Leşkerên Iraqê êrişî çalakiya ciwanan a li Şengalê kir

Artêşa Iraqê li navenda Şengalê êrîşî standa ciwanên Êzidî kir. Rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin jî rastî êrîşê hatin, kamerayê wan hatin şikandin û desteserkirin.

Leşkerên Iraqê êrişî çalakiya ciwanan a li Şengalê kir
11 sibat, 2022   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Êzidî li navenda Şengalê, di çarçoveya çalakiyên ji bo salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, xwestin standek deynin.

Artêşa Iraqê, bêyî ku tu hicet nîşan bide bi darê zorê êrişî çalakiya ciwanan kir. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, leşkerên artêşa Iraqê bi jopan êrişî ciwanan kirine, stand ji hev belav kirine û her wiha dest danîne ser pirtûk, wêne û hemû alavan.

Di heman demê de leşkerên artêşa Iraqê, êrişê rojnamevanên ku çalakî dişopandin jî kirine. Di vê êrişê de kamerayên rojnamevanan hatin şikandin û alavên wan ên teknîkî jî hatine desteserkirin.

Aloziya li navenda Şengalê hê jî berdewam e.