QSD: Artêşa zarokkuj hewl dide rastiya xwe berovajî bike

QSD`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi nûçeyên derew hewl dide rastiya xwe ya zarokkujiyê berovajî bike û hêzên me tawanbar dike.

QSD: Artêşa zarokkuj hewl dide rastiya xwe berovajî bike
11 sibat, 2022   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD`ê rûpela xwe ya fermî a twitterê ragihand ku dewleta Tirk a zarokkuj bi nûçeyên derew rastiya xwe berovajî dike.

QSD`ê wiha got: 

"Arteşa Tirk a dagirker her roj êrîşên topbaranê li hember herêmê pêk tîne û di wan topbaranan de welatiyên sîvîl hedef digire. Herî dawî di topbarana artêşa dagirker a li hember bejahiya di navbera Amûdê û Dirbesiyê de, zorokekî din jî jiyana xwe ji dest da.

Artêşa zarokkuj vê rastiya xwe hewl dide bi nûçeyên derew berovajî bike. Nûçeyên ku qaşo 29 şervanên me xwestine êrîşî wan bikin û hatine şehîdxistin derew e. Tevgerên hêzên me li heremên novborî tune ne."