Li Efganistanê teqîn

Îro li pêşiya mizgefta Keleha Naw a li paytexta herêma Badgis a Efganistanê teqîn rû da. Herî kêm 8 kes birîndar bûn.

Li Efganistanê teqîn
11 sibat, 2022   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên efganî gotin teqîn îro piştî nîvro li mizgefta Keleha Naw a li paytexta herêma Badgisê rû daye. Di encamê de herî kêm 8 kes birîndar bûne.

Li gorî tora Rûsya El-Yewm û li gorî agahiyên destpêkê, dema nimêjkar ji mizgeftê derketin teqîn rû daye. 

(şx)