Parêzeran ji bo pêkanîna hevdîtinê dîsa serlêdan kir

​​​​​​​Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdaneke nû kirin.

Parêzeran ji bo pêkanîna hevdîtinê dîsa serlêdan kir
11 sibat, 2022   11:44
Navenda nûçeyan

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatan xwestin roja Duşemê biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin.

Malbatan heman daxwaz bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji Midûriyeta Girtîgah Îmraliyê jî kirin.

Rêber Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê Abdullah Ocalan karîbû bi rêya telefonê bi birayê xwe re biaxive. Ev axaftin jî nîvco mabû.

Rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbû muwekîlên xwe bibîne. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve jî serlêdan hemû bêbersiv têne hiştin.