Gel ji bo ewlehiyê divê çi bike û çi dike?

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derfetên xwe nobetê digirin, ewlehiya xwe dabîn dikin û piştgiriya hêzên ewlehiyê dikin. Desteya Hundirîn diyar kir ku bendewariya wan ji gel ew e ku dema rewşeke awarte çêbû, wan agahdar bikin.

Gel ji bo ewlehiyê divê çi bike û çi dike?
2 sibat, 2022   05:15
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Parastin lingekî neteweya demokratik e û ji bo wê jî ya esasî xweparastina gel e. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev felsefeya rêber Abdullah Ocalan daniye pêşiya xwe û civak xwe diparêze, her wiha rêveber jî serkêşî û organîzeya wê dikin.

Li dijî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya plankirî ku 20'ê Çileyê li girtîgeha Sînaa ya Hesekê dest pê kir, Pêngava Gurzê Gelan ji aliyê QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hindirîn ve hate ragihandin û piştî berxwedaneke bêhempa bi ser ket. Lê belê gel pê dizane ku li pişt vê êrişê gelek hêz hene, nemaze jî dewleta Tirk û li kolanan nobetê digirin. Lê di vê pêvajoyê de ya ku divê gelê herêmê bike, bi tenê nobetgirtin nîn e.

DIVÊ GEL ÇI BIKE?

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî bersiv da vê pirsê û got di demeke wiha hesas de berpirsyariya wan û gel ji bo parastina aramiyê zêdetir bûye.

Hemrîn Elî îşaret pê kir ku di pêvajoya heyî de divê civak baldartir be û got: "Dema ku gelê me mirovên gumanbar li derekê dibînin, divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar bikin û destekê bidin wan."

Hemrîn Elî birêxistinbûna gel a ji bo parastinê wek 'eniya duyemîn' pênase kir û wiha axivî: "Divê em kolan û malên xwe bi gelê xwe re biparêzin. QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di eniyên şer de berxwedana xwe didomînin. Divê gelê me jî parastina xwe bike û wek eniyeke duyemîn xwe bi rêxistin bike. Divê her kes xwe berpirsyar bibîne ku mala xwe û kolana xwe biparêze û mîna nobedarên ewlekariyê bi berpirsyarî tev bigere."

Hemrîn Elî destnîşan kir ku dijminên wan bi rêya rêbazên şerê taybet hewl didin tevliheviyê derxin û wiha dewam kir: "Daxwazeke me ya girîng ji gelê me ew e ku bala xwe bidin îdiayên derew û hewldanên şerê taybet. Ji ber ku dijmin dixwaze bi rêbazên şerê taybet aloziyê çêke. Divê her kes bizane ku dijmin planên qirêjî û mezin li dijî me çêdike, dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser ji holê rake."

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî wiha lê zêde kir: “Em dikarin dest bidin hev û gel û hêzên ewlekariyê bi hev re vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê."

GEL ÇI DIKE?

Gelê herêmê her tim rastî êrişên dewleta Tirk û çeteyan, mîna yên DAIŞ'ê, tê û bi vê tecrubeyê parastina xwe didomîne. Piştî êrişa dawîn a DAIŞ'ê, gelen herêmê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin. Hema hema li hemû kolanan Kurd, Ereb û hemû gelên herêmê li hember xetereyên gengaz nobetê digirin.

Li taxên Kornîş û Hilko yên Qamişloyê û taxa Tey ku nû hatiye rizgarkirin, her kes; ciwan, kal, mêr û jin tevî sermayê jî ji bo parastina axa xwe hişyar in. Hejmara zêde ya jin û dayikên ku derdikevin kolanan û bi çekên xwe nobetê digirin, balkêş e. Gotina wan a hevpar ew e ku wek gel û hêzên ewlehiyê dest bidin hev û li dijî dijmin xaka xwe biparêzin.

Ji jinên Ereb ên li taxa Hilko nobetê digirin Ebla Ehmed got: "Em Kurd, Ereb û Suryan li kolanên xwe nobetê digirin. Ji bo ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ'ê nekevin herêma me, em dibin yek û xwe diparêzin."

Jina Kurd Emîra Çolî jî ku li taxa Kornîş nobetê digire, got: "Wek jin em destûrê nadin ku dijmin xaka me dagir bike û em ji bo parastina bajarê xwe nobetê digirin.”

Di encamê de gel bi fedakariyeke mezin berpirsyariya xwe bi cih tîne. Lê belê rayedar bi taybetî diyar dikin ku berpirsyariyeke bingehîn a welatiyan ew e ku hêzên ewlehiyê agahdar bikin. Ji bo vê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo rewşên gumanbar ev hejmarên telefonê diyar kirin:

Qamişlo: 0935 879 205 – 0980 155 014

Hesekê: 0935 142 722 – 0935 812 556

ANHA