Di operasyonên lêgerînê yên li Hesekê de 7 çete hatin kuştin

Ji fermandarên QSD’ê Heqî Kobanê bîlançoya destpêkê ya operasyonên lêgerînê yên li bajarê Hesekê eşkere kir û destnîşan kir ku gelek çete hatine girtin û 7 çete jî hatine kuştin.

Di operasyonên lêgerînê yên li Hesekê de 7 çete hatin kuştin
Di operasyonên lêgerînê yên li Hesekê de 7 çete hatin kuştin
Di operasyonên lêgerînê yên li Hesekê de 7 çete hatin kuştin
Di operasyonên lêgerînê yên li Hesekê de 7 çete hatin kuştin
1 sibat, 2022   09:58
HESEKÊ- NÛFE MIHEMED

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Heqî Kobanê ragihand ku operasyonên lêgerînê di 26'ê Çileyê de dest pê kirin û heta niha jî berdewam in.

Heqî Kobanê got: "Hêzên me hîn li hemû taxên bajarê Hesekê li şaneyên DAIŞ'ê û yên ku ji girtîgeha Sînaa reviyane û di malan de xwe vedişêrin, digerin.”

Heqî Kobanê da zanîn ku armanca operasyonên lêgerînê ne tenê bidawîkirina şaneyên DAIŞ'ê ye, di heman demê de eşkerekirina aliyên ku piştgiriyê didin wan e.

Fermandarê QSD'ê wiha dom kir: "Operasyonên lêgerînê li gorî agahiyên îstixbaratê yên hêzên me, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û agahiyên ku ji şêniyan hatine girtin, pêk tên."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di operasyonên lêgerînê yên li nava bajarê Hesekê de, Hêzên Antîterorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî beşdar dibin.

Heqî Kobanê destnîşan kir ku ev tevî operesyonên lêgerînê, civînan bi şêniyên taxan re li dar dixin û tê de armancên wan tên şîrovekirin.         

Fermandar Heqî Kobanê diyar kir ku ji 27'ê heta 31'ê Çileyê gelek gumanbarên ku di nav DAIŞ'ê de cih digirin, hatine girtin û 2 ji wan kesên ku ji girtîgeha Sînaa reviyabûn û li gel 2 çeteyên din jî kemberên teqîner hatin girtin û 7 çete jî hatine kuştin.

(dx)

ANHA