ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-01-2022
19 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 107'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Dêrikê bi banga derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" daxuyaniyekê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pirtûkxaneya gerok a ji aliyê ciwanên şoreşger ve hatiye birêxistinkirin, dighêje navçeyên Çilaxa û Girkê Legê, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî "Lihevkirinan" yên ku hikumeta Şamê behsa wan dike,  şêniyên Reqayê xwepêşandanekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Parêzeran a Reqayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, dagirkirina Efrînê û bêdengiya civaka navneteweyî daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Zirganê ya kantona Hesekê şahiya salvegera 17'an a damezirandina Kongra Star tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Civîna Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja sêyemîn de bi nîqaşkirina bendên mayî, bi dawî dibe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Sivîl a gundewarên rojavayê Dêrezorê Casim El-Reyaş diyar kir ku şêniyên Dêrezorê li dijî lihevkirinên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên çêkirin û got: "Armanca ji van lihevkirinan sûcên xwe yên ku dijî gelê Sûriyê pêk aniye, veşêre." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Idlib El-Xedra Heysem El-Ebdullah diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aloziyê Sûriyê re nimuneya çareseriyê ye û hêviyên gelê Sûriyê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên Sîham El-Hemû derketina helwestên navneteweyî ji bo sînordarkirina êrişên artêşa Tirk dûr xist û got: "Tevî ku helwest ji aliyê civaka navneteweyî û dewletên garantor ve tune bin jî, em ê bi îrade û israr parastina xaka xwe bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berpirsê Komîteya Ragihandinê ya Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê Cûdî Ronahî diyar kir ku  pêngava wan ji gelek çalakî û mîtîngan pêk tê ku dê li gelek weletên Ewropayê were lidarxistin. Cûdî Ronahî banga tevlêbûna çalakiyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hesen Koçer têkildarî siyasetên yekalî û redkirina diyalogan ji aliyê hikumeta Şamê ve hişyar da û got: "Li gel hebûna dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê, domandina van siyasetan wê bibe sedema parçekirina welat." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Zeyneb Mihemed da zanîn ku Kongra Star li du eniyan şer dike, ji aliyekî ve şerê gef û êrişên bênavber ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û ji aliyekî din ve jî şerê zihniyeta desthilat a beriya 5 hezar sal dike.  Her wiha bang li jinan kir ku têkoşîna xwe xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rojnamevanê êzidî Tehsîn Şêx Kalo got, yê ku êzidî di pencên DAIŞ'ê de hiştin, nabe ku bibe cihê baweriyê û got, pêwîstiya Şengalê bi zêdekirina hejmara leşkerên artêşa Iraqê nîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Împaratoriya Osmanî û piştî wê dewleta Tirk, 2 sed sal e ku bêyî alîkariya hevkaran nekarîn serhildan û şoreşeke Kurdan tune bikin. Ev rewş heta niha jî didome. Rola ku ENKS li Rojava pêk tîne, berdewama xeta nokeriyê ye ku ji sedan salan ve berdewam dike. (BI WÊNE).

- Nivîskar û rojnamegerê misirî Seyid Ebdulfetah da zanîn ku PKK’ê nirx û pransîbên mirovahiyê pêk tîne û mayîna wê di "lîsteya terorê" de sûcekî li dijî Kurd û gelên herêmê ye û bang li gelê Ereb û pergalên wê kir ku parastina gelê Kurd û mafên wê yên rewa bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA