​​​​​​​Gerîla TV Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Heftanînê weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ku di 8'ê Mijdarê li Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistibû û di encama wê kepçeyeke dagirkeran hate îmhakirin, weşand.

​​​​​​​Gerîla TV Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Heftanînê weşandin
18 ÇILE, 2022   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"8'ê Mijdarê saet di 10:20'î de li Geliyê Pisaxayê, li quntara Girê Hêlizê, hêzên me bi rêbaza sabotajê li kepçeyeke dagirkeran xistin ku dixwest ji bo dagirkeriyê rê çêbikin. Di encama çalakiyê de kepçeyek hate îmhakirin, operatorê kepçeyê hate cezakirin."