Dayik û hevjînên şehîdan: Em bi Kobanê re ne

Hevjîn û dayikên şehîdan ên ji Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana Kobanê re nîşan da.

Dayik û hevjînên şehîdan: Em bi Kobanê re ne
12 ÇILE, 2022   07:34
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker di 8'ê Çileyê de gundên Til Hacib, Qermox, Goran, Serzorê, Xanê, Gultepe yên Kobanê topbaran kirin. Di encamê de welatiyek şehîd bû û 12 jî birîndar bûn, di nav de jin û zarok hene. Rewşa hin birîndaran giran e.

Dayik û hevjînên şehîdan ên ji Efrîna dagirkirî ku koçberî kantona Şehbayê bûne, nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kobanê dan û piştgiriya xwe bi berxwedana şêniyên wê re anîn ziman.

Hevjîna şehîd Cemal Mamo, Zelûx Mamo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser welatiyan, bi taybet êrişên li ser Kobanê şermezar kirin û got, komkujiya li dijî welatiyên Kobanê û bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên hovane yên li dijî jin û zarokan, ji bo dewletên ku îdiya parastina mafên mirovan, jin û zarokan dikin, heqareteke.

Zelûx Mamo bi domdarî got: "Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker dema ku tevgera me ya jî hêzên me dike hedef, ditirese ku ev tevger belav bibe û şoreşa me ya ku bi xwîna şehîdên qehreman hatiye avdan pêş bikeve. Bi pêkanîna komkujiyan li dijî welatî û zarokan xuya dibe bê çiqasî ji zarok û jinên azad ditirese."

Zelûx Mamo îşaret bi girîngiya xurtkirina berxwedanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji aliyê xwe ve, em ê bi hemû rêbazan piştgiriyê bidin Kobanê, ji ber ku êrişên dewlet a dagirker a li ser Kobanê êriş li dijî tevahî gelên azadîxwaz e. Em ê berxwedanê bidomînin heta ku bighêjin armancên xwe yên jiyaneke bi azad û aştiyane li ser xaka xwe ya bi rûmet."

Dayika şehîd Şahîn Rojhilat, Kurdistan Reşîd êrişên li ser Kobanê şermezar kirin û got: "Em qebûl nakin ku komkujiyên din li dijî welatiyan bi giştî û gelê Kurd bi taybet pêk werin. Ji ber ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, armanca wê şoreşa me ya ku banga aştî û fikirê azad dike lawaz bike. Em bi Kobanê re, heger bi hezaran ji me şehîd bikevin nikarin tevgera me lawaz bikin."

Kurdistan Reşîd îşaret pê kir ku armanca Erdogan ew e ku her kesên ku dixwazin bi azadî û bi rûmet bijîn û ev tişt got: "Armanca Erdogan ê faşîst ne tenê hêzên me ye, di heman demê de hemû kesên ku dixwazin bi azadî û bi rûmet bijîn. Dîrok xwe dûbare dike. Li Efrînê em hatin hedefgirtin. Niha li Kobanê jî zarok û jin têne hedefgirtin. Ji roja ku em koçberî Şehbayê hatin kirin ve dewleta Tirk êrişî me dike."

Hevjîna şehîd Reşîd Hebîb, Firyal Hebîb jî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Kobanê bi tundî şermezar kir û got: "Dema ku em komkujiya ku beriya çend rojan li djiî welatiyan Kobanê hate kirin, bihîst em gelekî bi bandor bûn. Li herêmê Ereb û Kurd hene. Dewleta Tirk jî zarok, jin û kesên mezin dike hedef."

Fiyal Hebîb sedema bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk pirsî û got: "Li hember van spcên ku li pêşberî çav û guhên her kesî têne kirin, rêxisitinên mafên mirovan li ku derê ne?"

Hevjîna şehîd Reşîd Hebîb, Firyal Hebîb di dawiyê de got: "Hîna bedena zarokên li Efrîna dagirkirî di bin inqazan de ye. Hinek din jî perçe ji laşê xwe winda kirine. Îro li Kobanê Ebdo Henîfî zarokê 4 salî lingê wî hate jêkirin. Li hemberî van hemûyan hîna dewletên garantor di xeweke giran de ne."

ANHA