Artêşa Tirk êrişên xwe li ser gundên Eyn Îsayê zêde kirin

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarê Eyn Îsayê zêde kirine, di heman demê de balafirên bêmirov li ser herêmê digerin.

Artêşa Tirk êrişên xwe li ser gundên Eyn Îsayê zêde kirin
11 ÇILE, 2022   22:09
EYN ÎSA

Piştî Hoşan û Xalidiyê, artêşa Tirk a dagirker gundên Fatsa û Sîfan û rêya M4 jî dane ber topan.

Di heman demê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser herêmê digerin.

ANHA