Partiyên siyasî yên Efrînê bang li hêzên garantor kir ku bi erka xwe rabin

Koordînasyona partiyên siyasî ya herêma Efrînê bang li hêzên garantor Amerîka û Rûsyayê kir û jê xwest ku dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Partiyên siyasî yên Efrînê bang li hêzên garantor kir ku bi erka xwe rabin
11 ÇILE, 2022   12:32
ŞEHBA

Endamên koordînasyona partiyên siyasî û endamên hemû saziyan îro li Çerxerêya Komkujiya Zarokan a li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên li ser Kobanê şermezar kirin.

Çalakvanan wêneyên zarokên komkujiya Til Rifetê û wêneyên zarokê bi navê Ebdo Henîfî ku di encama êrişên li ser Kobanê de lingê xwe ji dest daye, hildan.

Rêveberê meclisa PYD`ê Welîd Dingilî daxuyanî bi erebî û endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Cînav Sîdo jî bi kurdî xwend.

Di daxuyaniyê hate gotin: “Berdewama bomberana dewleta Tirk û komkujiyên wê yên li ser gelê Bakur û Rojhilata Sûriyê û operasyonên wê yên êrişkar ên li dijî sivîlan, ji bo têkbirina îrade û tunekirina wan e.”

Îşaret bi komkujiya dewleta Tirk a 8`ê Çileyê ya li Kobanê hate kirin û wiha hate gotin: “Ev jî ji cîhanê re diyar dike ku destê dewleta Tirk di gurkirina şer û pevçûnên li Sûriyê û herêmê de heye.

Ev destwerdan eşkere ya Tirkiyê û dijberiya rewatiya navdewletî û saziyên wê yên navxweyî, tevahî hebûna garantorên navdewletî yên hêzên Hevpeymana Navdewletî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê, peyamek ji wî ye ji bo têkbirina her çareseriyeke li gorî berjewendiyên gelên herêmê.”

Di daxuyaniyê de bang li Amerîka û Rûsyayê hate kirin û hate gotin: “Peyamekê ji welatên garantor Amerîka û Rûsyayê re dişînin, ji bo ku herêmê ji belayê rizgar bikin û dawî li xeyalên dewleta Tirk bînin.

Em bang li civata navdewletî dikin ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya hewayî ferz bike, hewldanên ku bi alîkariya Tirkiyê rih bide rêxistinên cîhanî, wê herêmê ber bi şerekî nû ve bibe, piştî wê dê çêbûna lihevhatinên siyasî ne pêkan be.”

Bang li hikumeta Şamê jî hate kirin û wiha hate gotin: “Em bang li dewleta Sûriyê dikin ku ji rewabûna xwe faktoreke erênî bibîne û dibe desteka rawestandina binpêkirinan û şandina bîrnameyeke fermî ji Meclisa Ewlehiyê re, ji bo ku hesab ji Tirkiyê ji ber desteserkirinên erdên Sûriyê were xwestin.”

ANHA