​​​​​​​Jinên Zirganê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Jinên navçeya Zirganê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta bidestxistina azadiya jinan û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan da.         

​​​​​​​Jinên Zirganê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
11 ÇILE, 2022   12:28
HESEKÊ

Tevî êrişên berdewam ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Zirganê, jinên navçeyê şehîd Sakîne Cansiz, şehîd Fîdan Dogan û şehîd Leyla Şaylemez bi bîr anîn.

Bi boneya 9'emîn salvegera şehadeta her sê siyasetmedarên Kurd, bi dehan jin li ber navenda Kongra Star a navçeya Zirgan kom bûn û bi daxuyaniyekê sûcê ku li dijî her sê têkoşeran hatiye kirin, şermezar kir.

Di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransayê Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn kuştin.

Daxuyanî ji aliyê rêvebereke Kongra Star a navçeya Zirganê Delal El-Mehmûd ve hate xwendin. Delal El-Mehmûd got her sê şehîd bi têkoşîn û ramana xwe bûn pêşengên jinên cîhanê.

Daxuyanî wiha hate domandin: "Îstixbarata Tirk bi destê Omer Guney her sê heval qetil kirin. Omer Guney di girtîgehê de ji aliyê faşîzma Tirk ve hate kuştin da ku ev dosya were girtin û sûcên xwe veşêre."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi vî sûcî îspat kirin ku ew ji jinên têkoşer û pêşeng ditirsin, ji ber ku dizanin civakeke saxlem bi destê jinên têkoşer ku li gorî fikir û îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan xwe ava kiriye û xwe bi rêxistin kiriye, tê avakirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û hedefgirtina pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, berdewama sûcên dewleta Tirk in û wiha hate gotin: "Fikira rêber Ocalan di mejî û ruhê me de bi hêz bûye, şehîdên me mînak û pêşengên me ne. Em wek Kongra Star a navçeya Zirganê soza şopandina rêya her sê şehîdan Sakîne, Fîdan û Leylayê heta bidestxistina azadiya hemû gelê me û azadiya fîzîkî ya rêber Apo didin."

(dx)

ANHA