​​​​​​​Newaf Xelîl: Dibe ku êrişên li dijî herêmê zêde bibin

Serokê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl got êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê berdewam bikin, her wiha da zanîn ku Rûsya aliyekî vê planê ye.

​​​​​​​Newaf Xelîl: Dibe ku êrişên li dijî herêmê zêde bibin
11 ÇILE, 2022   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Serokê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl di bernameyeke taybet a ajansa me de ku duh hate weşandin, li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armanca dorpêça li ser herêmê axivî.

Der barê armancên dewleta Tirk a dagirker ên zêdekirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Newaf Xelîl got: "Dewleta Tirk tu carî armanca xwe ya têkbirina projeya Rêveberiya Xweser ku piştî serkeftinên Hêzên Sûriya Demokratîk hate avakirin, venaşêre û êriş nasekinin."

Her wiha destnîşan kir ku di vê dawiyê de êrişên xwe zêde kirine, ji ber ku erêkirina pêkanîna êrişeke din li dijî herêmê ji Rûsya û Amerîkayê negirt. Her wiha hewl dide bi van êrişan aloziya xwe ya hundirîn binixumîne.

‘ERDOGAN KOBANÊ JI BÎR NEKIRIYE’

Newaf Xelîl bal kişand ser giraniya êrişan a li ser Kobanê û wiha got: “Dema ku DAIŞ`ê êrişî Kobanê dikir, Erdogan di kombûnên girseyî yên gel de digot `Kobanê ket`, lê piştî ku fêm kir, got`Kobanê dê bikeve`. Piştî wê têkiliyên di navbera Yekîneyên Parastina Gel û Koalîsyona Navneteweyî de dest pê kirin û şer heya rizgarkirina Baxozê dewam kir. Ji ber vê yekê Kobanê di dilê Erdogan de bû kul. Kobanê bû sembol, ji ber ku ji hemû cîhanê hatin û parastina Kobanê kirin."

‘RÛSYA ALIYEKÎ VÊ LÎSTOKÊ YE’

Xelîl diyar kir ku Rûsya ji Qamişloyê heta Minbicê garantor e û Amerîka jî berpirsyariya ji Qamişloyê heta Dêrikê radike.

Xelîl da zanîn ku Rûsya aliyekî lîstoka dawî ye, ji aliyekî ve pêşwaziya rêveberên MSD`ê dike û banga diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de dike, ji aliyekî din ve jî rê dide dewleta Tirk ku êrişên xwe zêde bike da ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin. Her wiha dergehên sînor digire, dorpêçê li ser herêmê ferz dike da ku Rêveberiya Xweser lewaz bike û tawîzan jê bigire.

‘ZÎHNIYETA HIKUMETA ŞAMÊ NEGUHERIYE’

Xelîl bal kişand ser zîhniyeta hikumeta Şamê û normalîzekirina têkiliyan bi wê re û wiha domand: "Normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re dibe sedema pozbilindiya Şamê û nahêle ku istîqrara rewşa hundirîn pêk were, ji ber ku Şam bi çavê ku ew serkeftî ye, li xwe dinêre. Zîhniyeta ku bûye sedema destpêkirina bîyerên li Sûriyê hîna jî berdewam in."

Newaf Xelîl di dawiya axaftina xwe de got mijara yekemîn ku bihêle zîhniyeta hikumeta Şamê were guhartin, zexta navneteweyî û bi taybet ya Rûsya û paşê jî ya Îranê ye.

ANHA