Li Efrînê 3 jinên ciwan hatin revandin

 Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 jinên ciwan li benda kontrolê revandin.

Li Efrînê 3 jinên ciwan hatin revandin
2 ÇILE, 2022   15:03
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên "Ewlehiya siyasî" yên girêdayî dewleta Tirk dagirker 2'yê kanûna borî, 3 jinên ciwan, li benda kontrolê revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku Rohat Îbo (24) tevî du hevalên xwe ku ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê ne, li benda Qews a li ser rêya Efrîn-Ezazê hatin revandin. Her wiha destnîşan kirin ku her sê jinên ciwan  xebatkarên Rêxistina Heyva Sor a Qeterê ne, dema ku ji karê xwe yê paqijkirina kenala avdanê ya gundê Çûmkê yê navenda bajarê Efrînê vedigeriyan, ji aliyê hêzên "Ewlehiya siyasî" ve hatin revandin.

Li gorî çavkaniyan çarenûsa her sê jinan ne diyar e.

Her wiha destnîşan kirin ku malbata Rohat Îbo hewl dan serdana keça xwe bikin, lê daxwaza wan hate redkirin.

Benda kontrolê ya "Qews" ji bendên herî xirab ên li Efrînê ne, ji vir welatî bi tawanên cuda tên revandin.

ANHA