Mexmûriyan li dijî dorpêçê dest bi çalakiya konvedanê kir

Li dijî dorpêçkirin û têlkirina wargeha Mexmûrê, şêniyên wargehê dest bi çalakiya konvedanê kir.

Mexmûriyan li dijî dorpêçê dest bi çalakiya konvedanê kir
1 ÇILE, 2022   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 27’ê Kanûna 2021’an de hêzên Iraqê hewl da bikevin wargeha Mexmûrê û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê şêniyên wargehê derket ser bendên kontrolê û bertek nîşan dan. Piştî bertekan û hevdîtinan hêzên Iraqê paşde vekişîn.

Metirsiya têlkirina derdora wargehê dewam dike. Li dijî têlkirina wargehê, li nêzî benda kontrolê konê çalakiyê hate vedan. Bi dehan şêniyên wargehê li ber kon kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamê Komîteya Karên Derve ya Wargeha Mexmûrê Seîd Çomlek daxuyanî xwend. Çomlek got: “Ev demeke wargeha me bi pirsgirêkek sûnî re rû bi rûye. Di hevdîtinên ku me bi hêzên Iraqê re dikir, ev mijara têlkirina derdora wargehê nebû. Di 27’ê Kanûnê de biryara ku ji aliyê dewleta Iraqê ve hatî gitin ew bû ku derdora wargehê bê têlkirin. Ji bo wê hêzeke leşkerî li gel karkerên xwe û amûrên xwe yên têlkirinê ji nişkan ve dest bi têlkirina dora wargehê kirin. Li hemberî vê yekê gel wargeh kombûn û ber bi cihê ku têl bihata kirin ve meşiyan, bi vî awayî di demek kurt de hat mudaxelekirin û sekinandin.”

Seîd Çomlek bi berdewamî got: “Bila raya giştî û gelê me bizane ev têlkirina derdora wargehê ne di hevedîtinên me yê dîplomasî de û ne jî yên bi meclîsa me re tu caran behsa têlkirina derdora wargehê nehatiye kirin. Ji niha û şûn de jî em ê tu caran kirîmînalîzekirina wargehê qebûl nekin. Ji ber ku têlkirina derdorê wargehê reşkirina xelkê wargehê ye, her wiha weke civakekî xeter, weke civkakekî dikaribe zererê bide derdorê xwe were qebûlkirin. Ji bo wê em dibêjin bila raya Kurd, raya giştî vê yekê bizane û bişopîne, ji niha û şûn de wê çalakiyên me berdewam bike û em tu caran nêzîkatiyek wisa qebûl nekin. Ji ber ku çalakiyên me domokratîk û mirovîne wê tu caran zererê nede kesê.”