​​​​​​​PYD'ê bi boneya sersalê peyameke pîrozbahiyê da

PYD'ê bi peyamekê sersal li gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala bidawîbûna aloziya Sûriyê, pêkanîna aştî û ewlehiyê û avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî.

​​​​​​​PYD'ê bi boneya sersalê peyameke pîrozbahiyê da
31 kanûn, 2021   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya sala nû peyamek weşand. Peyman wiha ye:

"Ji bo gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dostên wê yên ji tevahî dewlet û herêmên cîhanê û hemû kesên ku ji bo xizmeta mirovahî û demokrasiyê dixebitin; çend saetên din me salekê oxir dikin ku ji bo gelê me û herêmê saleke ne normal bû. Ruxmî zehmetî û hemû astengiyan, me bi xwîna şehîdan û fikirên xwe yên durist destkeftiyên şênber pêk anîn. Her wiha ji bo qewînkirina demokrasiyê ber bi giştîbûnê ve me xetên qalind danîn. Bi hev re me hêviyên xwe yên pêşerojê xêz kirin.

Armanca me ya bingehîn a sala 2022'yan, qewînkirina jiyana hevbeş, avakirina civakeke demokratîk û xurt bi edalet û wekhevî ye ku hemû gelên herêmê û pêkhateyên wê mafên xwe yên rewa bi dest bixin û çanda xwe bi pêş bixin.

Em Meclisa Giştî ya PYD'ê tê gihiştîne ku pêkanîna van armancan hewcedarî bi fedakariyên zêdetir, xurtkirina kar û sekna li hemberî astengiyan dike. Bi teqez em ê li hemberî tevahî xetere û tevahî cureyên zehmetiyan bisekinin, ji ber ku serkeftin her tim milkê kesên ku hewl didin bi kedên xwe bi pêş bikevin.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me dikare serkeftinên mezin pêk bîne, bi tevahî gelên Sûriyê û cîhanê re di nava lihevkirin û tevkariyê de be da ku xaka ku me li ser dijîn bibe welatê bedew ê hevbeş.

Bi wesîleya sala nû ya mîladê, em ji dil tevahî gelên xwe û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelemperiya Sûriyê pîroz dikin. Bi hêvî ne ku sala nû wê bibe sala bidawîbûna aloziya Sûriyê, ewlehî û aştî pêk were û ber bi Sûriyeke demokratîk a nenavendî ve biçin.

Her sal di nava xêrê de bin."

ANHA