Şêniyên Kobanê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên bajarê Kobanê hedefgirtina ciwanan şermezar kir û got “Dewleta Tirk dizane ciwan stûna vê civakê ne, ji ber vê yekê bi hemû rêbazan wan dike hedef.”

Şêniyên Kobanê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
30 kanûn, 2021   08:41
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê têkildarî êrişên dawîn ên li dijî malekê li rojhilatê Kobanê ku di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, her wiha 4 kesên din birîndar bûn, ji ajansa me re axivîn.

Ciwanê bi navê Elî Ehmed wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker dizane ciwan stûna vê civakê ne, ji ber vê yekê wan dike hedef û hewl dide civaka me parçe bike. Li dijî me hemû cureyên şerê derûnî pêk anî û miqdareke mezin ji madeyên hişbirê derbasî herêmên me kir, lê me hemû planên wê têk birin, ji ber vê yekê tenê bi balafirên bêmirov şerê me dike. Lê me soz daye civaka xwe ku em ê rê nedin wê ku xwestekên xwe pêk bîne û em ê li dijî wê bisekinin."

Elî Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk bi balafirên bêmirov sivîlan dike hedef û bi vê yekê hewldana parçekirina civaka me dike. Dewleta Tirk cudahiyê naxe navbera biçûk û mezinan, welatparêzên ku hewl didin projeya demokratîk a herêmên Rêveberiya Xweser bi ser bixin, dike hedef."

Welatiyê bi navê Fethî Elî got: "Ger em hevgirtin û yekitiya xwe ava bikin, dê tu hêzên li cîhanê nikaribe me têk bibe. Em li ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî me pêk tîne, matmayî namînin ji ber ku ew dijminê me ye, lê ya ku pişta me dişikîne îxaneta hin aliyên kurdî ye ku ji bo pereyan wijdanê xwe difiroşin."

Fethî Elî bi domdarî got: "Êdî hin alî bi awayekî eşkere planên dewleta Tirk pêk tînin, tevî ku îdia dikin ku armanca wan vejandina doza Kurd e. Em ji wan dipirsin; ji roja damezrandina we heta îro we çi ji Kurdan re pêşkêş kiriye? Ez bang li wan dikim ku biryara xwe biguherînin ji ber ku dawiya xayînan felaket e? Kes wan qebûl nake."

Yadê Beyaz Şêxo ya ji Kobanê jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku wan qir bike û wiha dom kir: "Lê em ji wan re dibêjin, em şopdarên xeta rêber Abdullah Ocalan in û li ser felsefgeya azad mezin bûne. Ev ax axa me ye, dewleta dagirker çi bike jî em dev jê bernadin, ji ber ku bi saya xwîna şehîdan hatiye avdan. Her wiha em jê re dibêjin, tu nikarî me tune bike.”

(eh)

ANHA