Rojnameyên erebî: Xeta kehrebeyê ji bo derfetên Sûriyê ezmûnek e

Bidawîkirina amadekariyên xeta kehrebeyê bi Lubnanê re ezmûnek e ji bo derfetên Sûriyê. Pêşwazîkirin serokê şepêla El-Sedr ji şandeya Hevbendiya El-Fetih û serokê Desteya Heşdî Şebî re gelek pirs çêkirin, nexasim ku vexwendin ne ji hemû nûnerên koordînasyonê re bû.

Rojnameyên erebî: Xeta kehrebeyê ji bo derfetên Sûriyê ezmûnek e
Rojnameyên erebî: Xeta kehrebeyê ji bo derfetên Sûriyê ezmûnek e
Rojnameyên erebî: Xeta kehrebeyê ji bo derfetên Sûriyê ezmûnek e
30 kanûn, 2021   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

‘XETA KEHREBEYÊ BI LUBNANÊ RE; EZMÛNA DERFETÊN SÛRIYÊ PIŞTÎ ŞER’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Misir gazê dide Lubnan û Urdunê û ev jî bi rêya xetan di Sûriyê re derbas dibe. Gerînendeyê saziya veguhastin û belavkirina kehrebeyê li Sûriyê Fewaz El-Dahir dema bidawîkirina xebatên sererastkirina toreya girêdana kehrebeyê bi Urdun û Lubnanê re eşkere kir ku nêzî 87 km ye."

El-Dahir got xebatên sererastkirina xetê bi dawî bûne û destnîşan kir ku werşeyên şîrketa kehrebeyê ya serastkirina vê xetê xebatên xwe bi dawî kirin û bi vê yekê beşeke xeta kehrebeyê amade ye da ku derbasî xizmetê bibe.”

‘LI IRAQÊ HILWEŞANDINA ÇARÇOVEYA KOORDÎNASYONÊ’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Mêvandariya serokê şepêla El-Sedr; Muqteda El-Sedr ji şandeya hevbendiya El-Fetih re roja çarşemê, destên siyasî yên çekdarên alîgirên Îranê û serokê Desteya Heşdî Şebî Falih El-Feyad re, gelek pirs çêkir nexasim ku vexwendin ne ji hemû nûnerên çarçoveya koordînasyonê re bû, bi taybet serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnî Nûrî El-Malikî.

Şandeya ku ji aliyê El-Sedr ve li navenda wî hate pêşwazîkirin, ji serokê hevbendiyê Hadî El-Amirî, Qeyis El-Xezelî, sekretêrê giştî yê Ehil El-Heq ku yek ji komên alîgirên Îranê ye, Feyad pêk dihat û tu nûnerên hêzên çarçoveya koordînasyonê di nava wan de tune bûn.

Li gorî çavdêran ku mêvandariya serokê şîe ji şandeyê re armanca sereke jê ew e ku zêdetir gumanan di çarçoveya koordînasyonê de çêke û di serî de Îtîlafa Dewleta Qanûnî bi serkêşiya serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî.”

‘DYA DESTEKÊ DIDE HEWLDANÊN JI BO DYARKIRINA DEMA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "DYA`yê teqezî li ser destekdayîna xwe ji gelê Lîbyayê re kir da ku dema hilbijartinên nû diyar bike û destekê dide tevgera serxwebûna welat û xurtkirina serdestiya wê. Her wiha berdewamiya xebatê bi hevalbendên ewropî û herêmî re da ku ber bi pêkanîna van armancan ve biçin.

Berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price diyar kir ku welatê wî dê bi gelê Lîbyayê re bisekine, destekê bide xurtkirin û serxwebûna welat her wiha diyar kir ku gelê Lîbyayê berpirsa diyarkirina dema hilbijartinên nû ye.”

(bx)