Artêşa Tirk çiyayê Asosê bombebaran kir

 YRK’ê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Asosê yê Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kiriye.

Artêşa Tirk çiyayê Asosê bombebaran kir
29 kanûn, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) da zanîn ku balafirên şer ên artêşa Tirk çiyayê Asosê yê li Şarbajar a Rojhilatê Kurdistanê û derdora bombebaran kiriye.

YRK'ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 28'ê Kanûnê saet di navbera 16:20 û 17:20'an de çar caran bombe li herêmê barandine. Her wiha destnîşan kir ku ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên wan nehatiye.