​​​​​​​Dewleta Tirk gundekî Zaxo topbaran kir: Jinek birîndar bû

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de, li gundê Bankê yê bajaroka Batîfa ya Zaxoyê jinek birîndar bû.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundekî Zaxo topbaran kir: Jinek birîndar bû
27 kanûn, 2021   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, artêşa Tirk a dagirker bi topan êrişê gundê Bankê ya bajarokê Batîfa ya ser bi Zaxoyê kir.

Hate gotin, li gorî agahiyan topek li nava malan ketiye û di encamê de jinek temen 42 salî birîndar bû. Her wiha ziyan bi xanî û zeviyên welatiyan ket.