Welatiyên Qamişloyê: Em amade ne li hember êrişan bibin mertalên zindî

Welatiyên Qamişloyê têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê herêmê bitirsîne û herêmên xwe vala bike lê ew amade ne li hember êrişên dewleta Tirk bibin mertalên zindî.  

Welatiyên Qamişloyê: Em amade ne li hember êrişan bibin mertalên zindî
24 kanûn, 2021   07:07
QAMIŞLO

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh ve êrişên xwe li ser gundewarên Zirganê ya kantona Hesekê dewam dike. Hejmara şehîdên sivîl gihaşt 4 kesan û 17 sivîl jî birîndar bûne. Der barê mijarê de welatiyên bajarê Qamişloyê nêrînên xwe parve kirin.

Îsam Salih da zanîn ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî êrişên hovane yên dewleta Tirk a qirker qebûl neke û li hemberî wê serî hilde, dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrişên xwe dixwazin gel bitirsînin û wiha got: “Êdî tirsa me ji êrişên dagirkeran nemaye. Em ê heta dawiyê li welatê xwe bimînin. Em amade ne li hember êrişan bibin mertalên zindî.”

Îsa Salih da xuyakirin ku dewletên desthilatdar rê li pêşiya dewleta Tirk vedikin da ku êrişên xwe pêk bîne.

Selam Ebdullah jî got: “Em ji şêniyan re dibêjin bila nekevin nava lîstokên dijminan, bajarê xwe vala nekin da ku rê li ber dagirkirinê bigirin.”

Selam Ebdullah bal kişand ser berxwedana şervanên QSD’ê jî û got: “Em piştgiriya hêzên xwe dikin, divê gel piştgiriya QSD`ê bike ji ber ku berxwedana gel û hêzên leşkerî hev temam dikin. Em berxwedana wan pîroz dikin.”

Mihdî Mûsa jî da xuyakirin dewleta Tirk a dagirker naxwaze gelê herêmê bi aramî bijî û wiha axivî: “Dixwaze her dem gelê herêmê di nava metirsiyan de be, ji ber ku armanca wê valakirina herêmê ye.”

Mihdî Mûsa da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirine, bi vê dagirkirinê dewleta Tirk hişt gelê wan herêman ji bajar û navçeyên xwe derkevin û koçî deverên din bibin û wiha dom kir: “Niha jî dixwaze herêmên din jî dagir bike, bila gelê me jî li hemberî van êrişan li ber xwe bide.”

Mihdî Mûsa wiha li axaftina xwe zêde kir: “Qaşo dewletên garantor parastinê li herêmê dikin, lê bi erka xwe ranabin. Divê li şûna wê li dijî van êrişan rawestin, êrişên dewleta Tirk li herêmê nakevin xizmeta berjewendiyên gelên cîhanê, ji ber ku ev êriş xetereya DAIŞ`ê zindî dikin.”

(sb)

ANHA