Panorama êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bersivdana êrişan

Di sala 2021`an de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, dagirkeriya Tirk bi sedên caran êrişên hewahî û bejayî li herêmê pêk anîn.

Panorama êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bersivdana êrişan
24 kanûn, 2021   00:20
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2021`an de êrîşên dagirkeriyê bê navber domandin. Bi balafirên keşfê yên bi çek pêşengên şoreşa 19`ê Tîrmehê kirin hedef. Bi dehan car hewil da Eyn Îsa û Til Temirê dagir bike. Lê di encama berxwedana şervanên Meclîsên Leşkerî û QSD`ê de ev hewildan têk çûn.

Li kêleka van buyeran di sala 2021`an de bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" hat lidarxistin.

Li gorî agahiyên Navenda Ragahandina QSD’ê û Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji meha Çilê heya meha Kanûnê bîlançoya êriş û geşadanên leşkerî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ne;

OPERASYONA KAMPA HOLÊ

Bi armanca kontrolkirina sûcên li Kampa Holê, 28`ê Adara îsal operasyoneke ewlehiyê ya berfireh bi navê "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" hate destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de belgeyên kesên li kampê bi rêya testên DNA`yê hatin tomarkirin. Di operasyona ku deh rojan dewam kir de 158 çeteyên iraqî û sûrî yên di nav şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê de hatin girtin.

LI QAMIŞLO ÊRIŞÊN MILÎSÊN "DÎFA EL-WETENÎ" 

- Milîsên "Dîfa El-Wetenî" di 20’ê meha Nîsanê de saet di 22.00`yan de bi êrişkirina bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana El-Wehdê ya Qamişlo, şer da destpêkirin.

- Di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, zarokek û hemwelatiyek şehîd bûn û 5 hemwelatî jî birîndar bûn. 14 çeteyên “Dîfa El-Wetenî” hatin kuştin. Di encama şer de tax ket bin kontrola Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

 SÛCÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎN Û ŞEHBA

- Di encama êrîşên dewla Tirk a dagiker û çeteyên wê de li Şehba 49 welatiyên sivîl ku di nav de 13 jin û 13 zarok jî hebûn hatin qetilkirin, her wiha 16 kes ku di nav de zarokek jî hebû birîndar bûn.

- 655 welatî ku di nav de 75 jin, 5 keç û zarokek, hatin revandin.

- 16 hezar û 500 dar hatin birîn, zêdetirî 5 hezar dar hatin şewitandin, zêdetirî 11 hezar dar hatin desteserkirin û bi dehan hektar daristan hatin şewitandin. Her wiha 20 şûnwar hatin rûxandin.

- Di 23'yê Çile de di encama êrişên li ser navçeya Til Rifetê 4 hemwelatî ku di nav de jinek û zarokek hebû şehîd bûn.

- Di 4'ê Hezîranê de di encama topbarankirina Şêrawa de zarokek şehîd ket û 2 jî birîndar bûn.

- Di topbarana li ser bajarê Efrînê de 22 welatî şehîd bûn, 32 jî birîndar bûn.

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 16 hezar û 245 caran bi çekên giran êrişî Efrîn û Şehba kirin.

- 140 caran balafirên şer û 221 caran jî balafirên keşfê li ser herêmê geriyane.

- Di nav salekê de gundên hêrî zêde hatine topbarankirin wiha ne; Til Rifet, Kilûtê, Meyasê, Aqîbê, Basilê, Xirbêt Heyat û Ehrezê.

ÊRİŞÊN DEWLETA TİRK Lİ DİJÎ EYN ÎSA – GIRÊ SPÎ

- Dewleta Tirk a dagirker 521 caran bi çekên giran êriş kir. Her wiha 17 caran êrişên bêjahî û hewildanên dagirkeriyê pêk anîn û 19 caran jî bi balafirên IHA û SIHA êriş pêk anîn.

Di encama êrişan de 14 welatî şehîd bûn û navên wan wiha ne;

- Mecîd Îbrahîm El Ewat (35) di 22`ê Îlonê de şehîd bû.

 -Ronî Bekir Mihemed (33) di 19`ê Tirmehê de şehîd bû. 

- Ehmed Îbrahîm El-Rehîm (12) di 15`ê Adarê de şehîd bû. 

- Îman Salih Essamo (21) di 19`ê Adarê de şehîd bû.

- Mehmûd Hemdî Xelîl (13) di 19`ê Adarê de şehîd bû. 

- Zeyd Xelef Îsa (54) di 4`ê Tebaxê de şehîd bû. 

- Ji Malbatekê; Ziyad Xelef (12), Hûda Xelef (9), Mûna Xelef (7) di 4`ê Tebaxê de şehîd bûn. 

- Malik El-Muharîb El-Hemîd (25) di 17`ê Îlonê de şehîd bû. 

- Îdem Hamid El-Imerî (40) di 17`ê Îlonê de şehîd bû.

- Hamus El-Biselî (17) di 17`ê Îlonê de şehîd bû.

- Hamed El Xines El Cerbux (35) di 17`ê Îlonê de şehîd bû. 

- Di encama êrişên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de 27 welatî birîndar bûn.

ÊRİŞÊN DEWLETA TIRK A DAGİRKER LI DIJÎ TIL TEMIR Û ZIRGANÊ

- Li navçeya Til Temir û Zirganê 135 caran binpêkirina hevpeymanê çêbûn.

- Êrîşên topbaranê herî zêde di meha Tebaxê de pêk hatin.  - 288 caran bi çekên giran êriş pêk anîn. 

- Dewleta Tirk 30 carî êrişên bejahî yên bi armanca dagirkeriyê pêk anîn û 6 caran jî bi balafirên IHA û SIHA êriş pêk anîn.

Gundên herî zêde hatine topbarankirin;

Dirdara, El fekêmucebira, Ebûş, Misleta, Şêx Elî, Tirbên Qaracine, Til Şenan, Eyn El-Ebid, Heno, Til Cuma, Til Kefcî, Um El-Keyf, Til Kirabet, Til Tawîl, Tawîla, Gozeliyê, Um El-Xêr, Til Leben, Dişîşa, rêya M4, Til Şemîran, Asfûriyê.

- Di 19`ê meha Tebaxê de balafira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk Meclîsa Leşkerî a Til Temir kir hedef. Di encamê de Fermandara YPJ`ê, Sosîn Bîrhat (Sosin Mihemed), Egîd Girkê Legê û du şervan şehîd bûn.

 -Di şerê çarçoveya xweparastina rewa de 7 şervanên Meclîsa Leşkerî a Til Temirê şehîd bûn.

- Dagirkeran di sala 2021`an de 10 caran êrişê nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê kirin û di encamê de 13 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

 -Li gundê Dirdara di dîrokên cuda de 2 helîkopterên Rûsan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.

-Di encama êrişên dewleta Tirk yên sala 2021`an de 9 welatî di nav de jinek û zarokek şehîd bûn, 5 sivîl jî birîndar bûn.

 -Dibistanên zarokan yên li gundên Gozeliyê, Til Cuma, Bab El-Xêr, Dirdara, Ebûş û Um El-Keyf di dîrokên cûda de hatin rûxandin.

- Di dîrokên cuda de gorên pêkhateyên Aşûriyan yên li gundê Til Şenan û Til Cuma hatin hedefgirtin.

- 19 caran navendên kehrebeyê hatin hedefgirtin.  Heya niha 43 gund ev 4 meh in bê kehrebe ne.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI SER CIZÎRÊ  

- Di 19'ê Tebaxê de balafirên keşfê yên bi çek yên dewleta Tirk li ser rêya Elî Fero ya nêzî Qamişlo êriş pêk anî. Di encama êrişê de Fermandarê YPG'ê Selahedîn Şehabî (Rênas Roj) şehîd bû.

- Di 22’yê Tebaxê de balafireke keşfê ya bi çek a dewleta Tirk saet derdora 12:16'an li pêşiya Mala Birîndaran a li gundê Hîmo yê rojavayê Qamişlo erebeyek hedef girt. Di encamê de Fermandar Zîb El-Eswed û du sivîlên ji rêveberên mala birîndaran birîndar bûn.

- 9`ê Mijdara 2021’an dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov li dijî malbata Gulo ya li taxa Hilêliyê komkujiyek pêk anî. Di encamê de Yûsif Gulo, neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn.

 -Sala 2021`an di dîrokên cuda de 11 welatî, di nav de 3 zarok ku dixwastin sînor derbas bikin ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin.

- 31 welatî di nav de 6 zarok di dîrokên cuda de ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin îşkencekirin.

 -Bi giştî 144 welatî ku ji wan 12 jin in di dîrokên cûda de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin. Ji wan hejmarek zêde xistin zindanên dewleta Tirk ku 6 kesan bi cezayê mûebetê hatin darizandin, 2 ji wan jî hatine berdan.

Her wiha di dîrokên cuda de 285 şaneyên veşartî û 30 sîxûr ji aliyê hêzên eleqedar ve hatin girtin.

- Di nav salekê de 21 welatî ku di nav de zarokek jî hebû ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin.

 KAMPA HOLÊ

- Ji destpêka salê ve bi destê şaneyên veşartî yên di nav kampê de 126 kes hatin kuştin. 41 kes jî birîndar bûn.

- 27 caran hewildanên revê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine têkbirin.

- Şaneyeke DAIŞ`ê 12`ê Mijdarê êrişî beşa pêşwaziyê ya li kampê kir, di encamê de 2 kes li kampê hatin qetilkirin.

- 13 konên di nava kampê de ji aliyê şaneyên veşartî ve hatin şewitandin.

Di nava kampê de 158 çete hatine girtin.

- Dema operasyona ewlehiyê ya li kampê û piştî pevçûna di navbera çeteyan û hêzên ewlekariyê de, 3 çete hatin kuştin. 

REQA -TEBQA 

- Di encama teqînên ku di dîrokên cûda de çêbûne welatiyek û 2 endamên QSD`ê û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn. 6 welatî û endamekî QSD`ê jî birîndar bûn.

 -Di encama teqînên di dîrokên cûda de pêk hatine, 12 welatî şehîd bûne. Di nav welatiyên ku şehîd bun de jinek û 3 zarok jî hebûn. Her wiha 4 welatî ku di nav de 2 zarokek jî hebû jî birîndar bûne.

- Di encama êrişên DAIŞ`ê de di dîrokên cuda de 9 welatî û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 sivîl jî birîndar bûn.

 DÊRAZOR

 - Di encama teqînên ku di dîrokên cûda de pêk hatine 4 welatî ku di nav de zarokek jî hebû şehîd bûn, 6 kes jî birîndar bûn. 

- Îsal di encama mayinên di dîrokên cuda de şehîd bûn û 3 welatî jî birîndar bûn.

 -Di êrişên DAIŞ`ê yên ku di dîrokên cûda pêk hatine 32 welatî, 14 şervanên QSD`ê û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn,  17 welatî jî birîndar bûn.

KOBANÊ

- Di 22`ê Çilêya 2021`an de balafira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk mala sivîlekî ya li gundê Memîd yê girêdayî Başûrê Kobanê kir hedef, di encamê de welatiyek birîndar bû.

- Di 22`yê Tebaxa 2021`an de balafira keşfê a bi çek a dewleta Tirk erebeyeke sivîl li gundê Mezraa Sofyan yê girêdayî Başûrê Kobanê kir hedef.

 -Di 22`yê Îlonê leşkerên dewleta Tirk welatiyek bi navê Mihemed Ehmed Şêxo (55) li gundê seftek yê girêdayî Kobanê birîndar kir.

 -Di 20`ê Cotmehê de balafira keşfê a bi çek a dewleta Tirk erebeyeke sivîl li taxa Kobanê ya nû hedef girt. Di encamê de 2 welatî yên bi navê Hemze Hemze û Faris Mezze şehîd bûn, 3 welatî ku di nav wan de Hevserokê Desteya Dadgehê a herêma Firatê Bekir Cerade jî hebû birîndar bûn.

- Di 23`yê Cotmehê de balafira keşfê a bi çek a dewleta Tirk di navbera rêya Kobanê û Halebê de erebeyek hedef girt, di encamê de 3 şervanên QSD`ê yên bi navên Hozan Qamişlo, Gelî Haleb û Amed Efrîn şehîd bûn.

MINBIC

- Gundên (Hoşriyê, El-Cat, Tuxar, Ereb Hesen, Muhsinlî, El-Seyada, El dendeniyê, Um Edese, Korhuyik, Kakawlî, Herîmê, Camûsiyê, Cebel Hemze) bi 1390 topên hawanê bê serober hatine topbarankirin.

- Di encama topbaranên di dîrokên cûda de pêk hatine, 5 sivîl birîndar bûne û ziyanên madî gihaştiye sazî û malên welatiyan. 

- Di giştî teqînên di dîrokên cûda de çêbûne 4, jê 2 jin û zarokek şehîd bûne û 5 di nav de jinek û 3 zarok jî birîndar bûne. 

- Di encama mayinên di dîrokên cûda de çêbûne 3 zarok şehîd bûne û 4 welatî, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 zarok jî birîndar bûne.  

 ANHA