Desteya Ciwan û Werzîşê panelek li ser koçberiya ciwanan li dar xist

Bi diruşma "Em ê welat û şoreşa xwe biparêzin" Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek bi sernavê "Na ji koçberiyê re" li Reqayê li dar xist.

Desteya Ciwan û Werzîşê panelek li ser koçberiya ciwanan li dar xist
23 kanûn, 2021   21:31
REQA

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek bi sernavê "Na ji Koçberiyê re" hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar xist. Di panelê de nûnerên ji komîteyên ciwan û werzîşê yên tevahî herêmên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Serokê Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Zana Mistefa rewşa siyasî nirxand, tê de komployên li dijî Rojhilata Navîn, şerê taybet ê li dijî tevahî ciwanên sûrî şîrove kir.

Mistefa li ser projeya dewletên ku armancên xwe li herêmê pêk tînin axivî û ciwan li ser koçberiya derveyî welat hişyar kir. Her wiha behsa rewşên aborî û bandora wê li koçberiya ciwnan kir.

Piştre beşdaran li ser pirsgirêkên li hember ciwanan derdikevin nîqaş kir, ji wan pirsgirêkan aborî ye ku piranî ciwan azarên wan dikişînin û ji sedemên koçberiyê ne.

Di dawiyê de beşdaran gelek pêşniyar pêşkêş kirin da ku koçberiya ciwanan sivik bikin, ji wan jî zêdekirina derfeta kar ji ciwanan re, piştevaniya manewî bi rêya diyalogê, hevdîtin û panelan.

(fr)

ANHA