PDK’ê red kir xwediyên vîzayên biyanî di deriyê Welîd re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin

Rêveberiya dergiyê Welîd red kir ku xwediyên vîzayên ewropî ji deriyê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, piştî 5 saetan li ber derî man û tenê hişt 83 karmendên rêxistinên navneteweyî derbas bibin.

PDK’ê red kir xwediyên vîzayên biyanî di deriyê Welîd re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin
PDK’ê red kir xwediyên vîzayên biyanî di deriyê Welîd re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin
PDK’ê red kir xwediyên vîzayên biyanî di deriyê Welîd re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin
PDK’ê red kir xwediyên vîzayên biyanî di deriyê Welîd re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin
PDK’ê red kir xwediyên vîzayên biyanî di deriyê Welîd re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin
PDK’ê red kir xwediyên vîzayên biyanî di deriyê Welîd re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin
23 kanûn, 2021   20:45
QAMIŞLO

Bi sedan xwediyên vîzayên ewropî ji saetên sibehê ve li deriyê Welîd ên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de ne ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, ew yek jî piştî PDK’ê deriyê Pêşxabûr girt.

Bi sedan jin, zarok û ciwan ji saetên sibehê heya vê êvarê di bin baran û sermayê de sekinîne, lê PDK’ê nehişt ew di deriyê Welîd re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Şêniyan bi rêveberiya deriyê axivî ku bihêlin ew derbas bibin. Lê rêveberiyê soz da wan ku ew ê piştî saet 3’yan bêrêvarê derbas bibin, lê bi hinceta dewam bi dawî bû red kir şênî derbas bibin.

Piştî redkirinê, şênî li hember reftarên hêzên PDK’ê bi hêrs bûn û axaftin di navbera wan û şêniyan de çêbû.

PDK’ê hêzên xwe yên taybet tevî çek û doçka li ser sînor bi cih kirin, da ku nehêlin şênî derbas bibin.

(fr)

ANHA