ENKS`ê rûyê xwe rastî eşkere kir

Daxuyaniyên dawî yên ENKS'ê rastiya girêdana wê bi dewleta Tirk a dagirker  ve û dijbertiya wê ya li kurdan eşkere dike.

ENKS`ê rûyê xwe rastî eşkere kir
20 kanûn, 2021   04:15
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Daxuyaniyên vê dawiyê yên ENKS û berpirsên wê ferqa mezin di navbera tiştên ku ew îdia dike û yên ku vedişêre de eşkere kirin, nemaze piştî daxuyaniyên serokê ENKS'ê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu.

Ev yek di daxuyaniyên ENKS'ê de yên bersivdayîna daxuyaniyên serokê wê Siûd El-Mele de hate diyarkirin. Siûd El-Mele di daxuyaniyekê de got: "Dewleta Tirk dijminê Kurdan e û komên girêdayî Îtîlafê çete ne."

ENKS`ê bersiva daxuyaniyên El-Mele da û got, daxuyaniyên El-Mele temsîle wî dike û ev yek eşkere dike ku ENKS'ê girêdayî dewlea Tirk a dagirker e.

Têkildarî mijarê Ebdurehman Hisên ê ji navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê axivî û got: "ENKS`ê bi rayedar û îdiayên xwe re di nav nakokiyan de ye, her wiha hate xuyakirin ku biryara ENKS`ê ne di destên wê de ye, lê di destên dewleta Tirk de ye û ne xwedî helwest e ku bi Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd re (PYNK) re bigihêje lihevkirinê."

Ebdurehman Hisên da zanîn ku divê ENKS`ê ji "Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî" vekişe û got: "Ji ber ku timayên dewleta Tirk a dagirker a dijbertiya Kurdan dike, pêk tîne nexasim piştî daxuyaniya wê ya dawî ku piştî daxuyaniyên Siûd El-Mele gef li encumenê xwarin."

ꞌENKS`Ê BI DESTÊN TIRKAN HATIYE AVAKIRINꞌ

Li gor daxuyaniyên wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, dewleta Tirk a dagirker her hewldaneke avakirina yekitiya kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dike. ENKS'ê jî soza vê yekê da ku berovajî îdiayên xwe yên ku PYNK`ê diyalogên kurdî asteng dike ye.

Têkildarî wan daxuyaniyan Hisên destnîaşn kir ku daxuyaniyên rayedarên Tirk armancên Tirkiyê ji avakirina ENKS`ê eşkere kir û got: "Her wiha aliyên ku diyalogên kurdî asteng dikin û îdiayên ENKS`ê eşkere dike. Ji wan daxuyaniyan tê xuyakirin ku ENKS'ê doz daye ku bi Kurdên li Rojava re negihêje tu hevpeymanan."

Xelîl Xelo yê ji Til Temirê jî wiha got: "Piştî daxuyaniyên dawî yên wezîrê karê derve yê Tirkiyê hîn zêdetir rastiya ENKS`ê ji me re hate diyarkirin, li aliyekî din jî hevkariya di navbera her du aliyan de zelal bû û sedema pirsgirêkên Kurdan hate destnîşankirin ku ew ENKS`ê ye."

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ednan Kalo piştrast kir ku daxuyaniyên rayedarên ENKS`ê her tim berojavjî kiryarên wan e.

Kalo îşaret pê kir ku daxuyaniyên dewleta Tirk jî soza ku encumenê daye dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.

Kalo bal kişand ser armanca dewleta Tirk ji avakirina ENKS`ê û wiha gotina xwe bi dawî kir: "ENKS`ê bi armanca dijbertiya Rêveberiya Xweser û gelê vê herêmê hatiye avakirin, da armancên dewleta Tirk û dijminê doza Kurdan pêk bîne."

(eh)

ANHA