Dîna Muhsin: Divê Kurd hewl bidin hevbendiyê bi Misirê re çêbikin

Dr. Dîna Muhsin bang li gelê Kurd kir hevbendiyekê bi Misirê re pêk bîne û got ev hevbendî dê roleke girîng û kûr bilîze.

Dîna Muhsin: Divê Kurd hewl bidin hevbendiyê bi Misirê re çêbikin
10 kanûn, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Gerînendeya Navenda Ereb 2030 ya Lêkolînan a Misirê Dr.Dîna Muhsin diyar kir ku li hemberî destwerdanên dewleta Tirk ên li karûbarên dewletên ereban mîna Lîbya, Sûriye û Iraqê helwesteke erebî û siyaseteke hevgirtî ya erebî tune ne û wiha got: "Hin dewletên Ereb, bi taybet dewletên Kendavê helwesteke dijber li dijî dewleta Tirk nîşan daye û gihaşt merheleya boykotkirina têkiliyên aborî û bazirganiyê, lê piştre têkiliyên bazirganî û aborî ji nû ve vegerîn. Em nizanîn di odeyên girtî de çi çêdibin, lê xuyaye berjewendî li pêş in."

‛TEVGERÊN DAWÎ YÊN KENDAVÊ MÎNA QUBLEYA VEJANDINA REJÎMA ERDOGAN BÛ’

Dîna Muhsin ev pirsî: "Gelo berjewendiya dewletên Kendavê bi taybet Erebistana Siûdî û Îmaratê ji normalîzekirina bi dewleta Tirk re çi ye? Erebistana Siûdî têkiliyên bazirganî û aboriyê bi dewleta Tirk re boykot kiribû û ji nû ve vegerandin. Îmarat jî niha bi milyaran dolar dide sendoqa dewleta Tirk, wek ku qubleya jiyanê ji Erdogan re ye. Gelo pêşeroja vê yekê çi ye...?Gelo perspektîfa yekser a Amerîka di vê yekê de heye? Em nizanin."

Dîna Muhsin da zanîn ku dewleta Tirk endamekî NATO’yê ye û ji bo Amerîka endamekî girîng ê NATO’yê ye, Biden heger bixwaze wê nehêle Erdogan di nava krîzê de bimîne. Dîna Muhsin îşaret pê kir ku tevgerên dawî ji bo vejandina rejîma Erdogan mîna qubleyekê bû û ev pirsî: "Gelo vê quble  tişt bi xwe re guhart? Lê niha em dibînin li Tirkiyê xwepêşandan hene û aboriya Tirkiyê 3 qatî paşketiye û her 14 lîreya Tirkiyê bi dolarekî ye."

Dîna Muhsin destnîşan kir ku aboriya Tirkiyê pir bi paşketiye û ji ber wê saziya Saziya Nirxandina Krediye ya Navneteweyî (Fîtch Ratîngs) nêrîna xwe ji dewleta Tirk ji erênî ber bi neyêniyê ve guhart û xist lîsteya (BB) anku ihtîmala dayîn deynan tevî xeteriyê heye.

Dîna Muhsin eşkere kir ku li Tirkiyê rewşên aborî, civakî û siyasî ji ber têkiliyên wê bi gelek dewletên Ewropa û dewletên Rojhilata Navîn re hilweşî ye û wiha domand: "Erdogan di vê dawiyê de daxuyaniyeke kêfxweşiyê têkildarî Îsraîl û Misirê da û gotibû dê têkiliyên xwe bi Îsraîl û Misirê re mîna yên bi Îmarat û Siûdî re baş bike."

‛NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN DI NAVBERA MISIR Û TIRKIYÊ DE NE DÛR E'

Dîna Muhsin eşkere kir ku Misir guhartina siyasetên Erdogan li hember Misir û siyasetên herêmê û li Lîbyayê ji nêz ve dişopîne û wih domand: "Tevî danûstandinên di navbera Misir û dewleta Tirk de lê normalîzekirina têkiliyan dûr e anku ne mumkin e."

Dîna Muhsin destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyên sûrî û ne sûrî şandin rojavayê Lîbyayê û mûçe bi dolar dan wan, her wiha bi hikumeta El-Serac re peymanek îmze kir, ji ber vê rewabûna xwe li Lîbyayê winda kir. Her wiha got, rojavayan hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê red kir û teqez kir ku hebûna dewleta Tirk ne rewa ye.

Dîna Muhsin anî ziman ku Almanya di destwerdana li Lîbyayê de piştevaniya dewleta Tirk dikir û Fransa yekalî bû, lê piştî Fransa rastiya destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê nas kir hebûna wê ya leşkerî û çeteyên wê red kir û wiha domand: "Têkildarî Amerîka jî, tenê daxuyanî didan û digot ew dixwaze çete derkevin û xebateke demokratîk pêk were û hilbijartin temam bibin. Lê li ser erdê kiryarên wê bi gotin û daxuyaniyên wê re bi nakok bûn."

Dîna Muhsin diyar kir ku zexteke tund, pêkanîna siyaset û dîplomasiyê yên ji hêla Misirê ve li herêmê hişt ku Ewropa banga derxistina hêzên leşkerî yên Tirkiyê û çeteyên wê ji Lîbyayê bike û wiha domand: "Civîna herî dawî jî ya komîteya leşkerî ya lîbyayî 5+5 bû ku li Tirkiyê li dar ket. Di civînê de li ser derxistina çeteyan ji Lîbyayê  li hev kirin. Lê b Erdogan bi fermî daxuyanî têkildarî derketina hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji Lîbyayê neda. Li vir em li pêşberî pirsgirêkekê ne."

‛DI RASTIYÊ DE ERDOGAN PÊKANÎNER E NE FERMANDAR E WEK ÎDIA DIKE’

Dîna Muhsin têkildarî armancên dewleta Tirk ên li Lîbyayê wiha axivî: "Dewleta Tirk ji ber du sedeman israr dike ku li Lîbyayê bimîne. ya yekemîn e; Erdogan li herêmê li rolekê digere, ew jî ji bilî rola wê ya NATO’yê de. Ya duyemîn jî Erdogan di çarçoveya stratejîk û siyaseta navneteweyî ya cîhanê de fermanan pêk tîne. Erdogan di rastiyê de pêkanîner e, ne fermandar e wek îdia dike."

Dîna Muhsin diyar kir ku di hundirê Tirkiyê de aloziyeke giştî heye û nîşaneya vê yekê jî xwepêşandan, bertekên tund, hevbendî, partî û hêzên muxalif ku belgeyeke siyasî ya hilbijartinê di hilbijartinên bê de ku tê payîn di Hezîrana 2022’yan de li dar kevin îmze bikin. Dr. Dîna Muhsin anî ziman, tevî ku hin çavdêr texmîn dikin ku ji ber zext û qeyrana aborî dê hilbijartinên pêşwext li dar kevin. Ev tevger bi serkêşiya CHP’ê ya bi serokatiya Kemal Kılıçdaroglu tê kirin ku niha hevbendiyan bi çepgir û kesên ji AKP’ê, neteweyî û kurdan veqetîne re pêk têne."

Dîna Muhsin eşkere kir ku armanc ji hevbendiya ku CHP’ê bi rê ve dibe ew e dewleta Tirk li pergala parlamentoyê vegere, desthilata rêveber û dema desthilatê ji serok re were qelskirin, divê dozgerî, çapemenî û civaka sivîl serbixwe bin.

‛DEWLETA TIRK JI HÊLA PARTIYEKÎ ÎSLAMÎ Û KESAYETEKÎ ÎSLAMÎ YÊ TUNDRAW VE TÊ BIRÊVEBIRIN'

Girêdayî mijarê, Dîna Muhsin piştrast kir ku pêdiviya dewleta Tirk bi pergala parlamentoyê heye ku nûnertiya tevahî pêkhate û etnîkên li Tirkiyê bike û ev tişt got: "Li Tirkiyê gelek etnîk û netewe hene, lê fikirê yek deng û yek reng pirsgirêkên mezin çêdike."

Dîna Muhsin îşaret pê kir ku dewleta Tirk îdia dike ku ew pergaleke îlmanî (Laîk) pêk tîne, lê di rastiyê de partiyeke îslmaî û kesayetekî îslmaî yê tundraw ku yê din qebûl nake dewleta Tirk bi rê ve dibe, bi wê re rola pêkhate û etnîkên din ên mezin paşguh kiriye. Ji ber ve nakokiyên mezin çêdibin.

Dîna Muhsin da zanîn ku nakokiya di navbera hêzên Kurd ên demokratîk û rejîma Erdogan de ku gihaştiye merheleyeke pir krêt, lê civata navneteweyî têkildarî sûcên li dijî siyasetmedar, çalakger û rewşenbîrên Kurd bê deng e û wiha got: "Heta karkerên Kurd ji sûcên Erdogan rizgar nebûn."

Gerînendeya Navenda Ereb 2030 ya Lêkolînan a Misirê Dr.Dîna Muhsin Dr.Dîna Muhsin da zanîn ku di vê demê de berjewendiyên bilin fikirê hevbendiyan ferz dikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê Kurd hewl  bide hevbendiyekê bi Misirê re pêk bîne. Bê guman ev hevabendî dê roleke girîng û kûr bi xwe re bîne. Ji ber ku Misir li Rojhilata Navîn ji dewletên Ereb ên mezin e û gelê Kurd û Kurdistanê jî ji gelên kevn ê li herêmê ye."

(fr)

ANHA