Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Civata navneteweyî berpirsa êrişên Tirkiyê ye

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê got, civaka navneteweyî berpirsa êrişên bi balafira bêpîlot ên ji sivîlên li herêmê ye kir û got, ev êriş dê nikaribin vîna gelê herêmê têk bibin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Civata navneteweyî berpirsa êrişên Tirkiyê ye
8 kanûn, 2021   15:14
KOBANÊ

Duh balafireke bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker li navçeya Xanesorê ya Şengalê erebeya hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel  bombebaran kir, di encamê de gihaşt asta şehadetê û her du zarokên wê birîndar bûn.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê daxuyanî da.

Daxuyanî bi beşdariya bi dehan rêveber û endamên saziyan,li pêşiya avahiya Desteya Rêveber a Herêma Firatê ya bajarê Kobanê ji aliyê hevseroka Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kenan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê êrişê ew e ku li dijî gelê Şengalê yên ku ji nû ve xwe û rêveberiya xwe ya xweser ava kir, komkujiyan pêk bîne, her wiha da ku tirs û xofê bixe nav gelê herêmê û ewlehiya herêmê têk bibe. Li ser vê yekê jî bi awayekî hêsan çeteyên DAIŞ`ê yên ku 2014`an komkujî li dijî êzidiyên li Şengalê pêk anîn, vegerin.

Dewleta Tirk li pêşberî çavên cîhanê tevdî êriş dike, lê tu helwest û bertekan li hemberî êriş û sûcên Tirkiyê nade.

Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê civaka navneteweyî berpirsa êriş û sûcên Tirkiyê dibîne. Ji lew re em bang li tevahiya rêxistinên hiquqî dikin ku li hemberî van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Di dawiyê de em sersaxiyê ji malbata şehîd Merwan Bedel re dixwazin û dibêjin, dê ev êriş nikaribin vîna gelê herêmê têk bibin."

 (eh)

ANHA