Rêveberiya Kampa Girê Spî mazot li koçberan belav kir

Li gel paşguhkirina rêxistinên navneteweyî Rêveberiya Kampa Girê Spî mazota germkirinê li koçberan belav kir.

Rêveberiya Kampa Girê Spî mazot li koçberan belav kir
8 kanûn, 2021   16:38
EYN ÎSA

Li ser bangewaziya koçberan Meclisa kantona Girê Spî mazot da Rêveberiya Kampa Girê Spî û wê jî mazot li koçberan belav kir.

 Meclisa Kantona Girê Spî 60 hezar lître mazot ji kampê re veqetand ku para her malbatekê 50 lître ye

.

Têkildarî vê yekê, koçberê bi navê Ebdurehman El-Elo spasiya rêveberiya kampê li ser belavkirina mazotê kir, ji ber ku mazotê di sûka reş de biha ye.

Li aliyekî din jî Sîham El-Xazî spasiya rêveberiya kampê kir ku bersiva bangên wan a dayîna mazotê daye. Ji ber rêxistinên ku îdia dikin alîkariya mirovan dikin karê xwe paşguh dikin.

Rêveberiya Kampa Girê Spî hewl dide pêdiviyên 6 hezar koçberan mîna av, nan û amûrên germkirinê li gorî derfetên xwe peyda bike.

Hevserokê Rêveberiya Kampa Girê Spî Mihemed El-Şêx got ew ji sozên rêxistinan bedbîn bûne. Ji ber wê hema bi lez beşek mazot li koçberan hat belavkirin.

Her wiha diyar kir ku ew hewl didin beşên din ji koçberan re peyda bikin.

ANHA