Ji Sêmalkayê berteka li dijî êrişa li Şengalê: Berpirs PDK ye

Di roja 65'an a çalakiya li Sêmalka de Komîteya Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Cizîrê serdana çalakiyê kir. Silêman Ereb li ser navê komîteyê axivî û ji ber êrişa li Şengalê PDK berpirsyar dît û daxuyaniya HPG'ê ya "Em amade ne Başûr biparêzin" bi bîr xist.

Ji Sêmalkayê berteka li dijî êrişa li Şengalê: Berpirs PDK ye
8 kanûn, 2021   12:58
QAMIŞLO

Li Sêmalkayê çalakiya ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve hatibû destpêkirin, 65 roj e didome. Çalakî ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi destê PDK'ê şehîd bûbûn, li dar dikeve lê PDK hê jî bê deng e.

Çalakiyê îro bi serdana endamên Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya herêma Cizîrê dewam kir. Endamên komîteyê ji aliyê çalakvanan ve hatin pêşwazîkirin. Hevserokê Komîteya Rêveberiyên Herêmî Silêman Ereb daxuyaniyek da.

'MALBAT LI VIR IN LÊ PDK BÊ DENG E'

Silêman Ereb got: "PDK gerîlayên me şehîd dike û cenazeyên me nade me. Malbat bi rojan e li vir çalakiyê li dar dixin, lê rayedarên PDK'ê bê deng in. Dest danîn ser cenazeyên me, em jî aqûbeta wan nizanin. Malbat dixwazin cenazeyên zarokên xwe bi merasîmekê û bi rêzdarî defn bikin."

Silêman Ereb nerazîbûn nîşanî xiyaneta PDK'ê da û wiha axivî: "Siyaseta qirêjî ya PDK'ê, helwesta wê ya li hemberî gelê xwe, desteka xwe ya ji bo dijmin û xiyaneta wê, îro jî mîna di tevahiya dîrokê de dewam dike. Dijmin bi çekên kîmyewî û balafiran êrişî çiyayên Kurdistanê dike, PDK jî qadên hêzên gerîla dorpêç dike. Ev jî têrê nake, desteka siyasî dide dijmin da ku dagirkeriya li Başû, li çiyayên Kurdistanê, li Şengalê, li Girê Spî, li Serêkaniyê û Efrînê rewa bike."

Silêman Ereb îşaret bi helwesta HPG'ê ya “Em amade ne Başûr biparêzin” kir û wiha dewam kir: "Tevî van hemûyan jî helwesta me zelal e. HPG'ê herî dawî helwesta xwe ya neteweyî ya li hemberî êrişên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê û şehîdxistina pêşmergeyan nîşan da û destnîşan kir ku ew amade ne axa Başûr û ya hemû parçeyên Kurdistanê biparêzin. Mixabin bersiva PDK'ê ya li hemberî vê helwestê, guleberdana ji paş ve li gerîla û destekkirina dijmin bû.”

Silêman Ereb bertek nîşanî êrişa duh a li Şengalê jî da û PDK jê berpirsyar dît û di berdewama axaftina xwe de wiha got: "PDK berpirsyar e, ji ber ku dagirkeran rewa dibîne û êrişa ku dewleta Tirk a dagirker duh li Şengalê pêk anî û di encamê de hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê şehîd bû. Di wê êrişê de sivîlekî ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de pêşengî dikir, şehîd bû. Va ye rastiya PDK’ê ev e.”

BANGA LI GELÊ BAŞÛR: DIVÊ HÛN VAN RASTIYAN BIBÎNIN

Silêman Ereb bi bîr xist ku ENKS jî êrişên dewleta Tirk rewa dibîne û got: "Dîrok û gelê me dê van xayînan teşhir bike û hesab jê bipirse. Wan pêşwaziya kesên wekî Nasir Herîrî kir ku destê wî di xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye. Ji bo destkeftiyên şoreşa Rojava ji holê rakin, çi ji destê wan tê, dikin. Ji ber van hemûyan em êdî bang li hikumdarên Başûr nakin lê bang li gelê Başûr dikin ku divê êdî van rastiyan bibînin."   

Her wiha Silêman Ereb got: "Heta ku malbatên şehîdan bigihêjin cenazeyên ewladên xwe, em ê destekê bidin vê çalakiya pîroz û birûmet.”

Çalakî ji 5’ê Cotmehê ve didome.

ANHA