Li bakur rojhilatê Derayê mayînek bi dewriyeya Rûsyayê de teqiya

Li bajarê Izra ya bakur rojhilatê Derayê mayînek ku li ser kêlka rêya bajêr hatibû çandin, bi dewriyeya Rûsyayê de teqiya.

Li bakur rojhilatê Derayê mayînek bi dewriyeya Rûsyayê de teqiya
4 kanûn, 2021   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), ragihand ku teqîna li Izra di encama bombeyekê de rû daye ku li ber rêya bajêr hatibû çandin.

Hemwextî teqînê, çekdarên nenas endamekî “ewlehiya leşkerî” li herêma di navbera bajarokên El-Mizêrîb û Yadûde de li gundewarên rojavayê Derayê, kuşt.

(dm)