NY ji bo xizanan banga dayîna 41 milyar dolarî kir

NY`yê bang kir ku 41 milyar dolar ji bo alîkariya 183 milyon kesî li tevahiya cîhanê were dayîn.

NY ji bo xizanan banga dayîna 41 milyar dolarî kir
2 kanûn, 2021   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, Neteweyên Yekbûyî (NY) di banga xwe ya salane de wiha got: "Birçîbûn îhtîmaleke tirsenak e ji bo 45 milyon kesî li 53 welatan. Ji ber guherîna avhewayê alîkarî jî kêm dibin û ev yek jî dihêle ku rêjeya pêdiviyan ji sedî 17 zêdetir bibe. Bêyî karekî domdar sala 2022`yan dê saleke karesatî be.”

NY`yê diyar kir ku Efganistan, Sûriye, Yemen û Sûdan ji wan dewletan in ku aloziyên mezin lê hene û pêwîstiya wan alîkariyek zêdetir heye, her wiha destnîşan kir ku pêwîstiya Efganistanê bi 4,5 milyar dolarî heye.

Koordînatorê Alîkariyên Lezgîn ên NY`yê Martin Griffiths got: "Her kes sedemên hewcedariyê dizane. Cihê xemgîniyê ye ku rewşa şerên demdirêj, bêaramî, aboriyên binketî û Covid-19 jî dewam dike."

(bx)