​​​​​​​Ciwanên di Pêşbirka Şehîd Gerzan de bi ser ketine hatin xelatkirin

Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn û Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Efrînê kesên di 3.Pêşbirka Şehîd Gerzan a Wêjeyî de ya beşa ciwanan de bi ser ketine xelat kirin. Şahiya xelatkirinê li Hola Şehîd Axîn Welat a kantona Şehbayê hat lidarxistin.

​​​​​​​Ciwanên di Pêşbirka Şehîd Gerzan de bi ser ketine hatin xelatkirin
​​​​​​​Ciwanên di Pêşbirka Şehîd Gerzan de bi ser ketine hatin xelatkirin
​​​​​​​Ciwanên di Pêşbirka Şehîd Gerzan de bi ser ketine hatin xelatkirin
​​​​​​​Ciwanên di Pêşbirka Şehîd Gerzan de bi ser ketine hatin xelatkirin
1 kanûn, 2021   16:58
ŞEHBA

Pêşbirka Şehîd Gerzan a Wêjeyî her sal li dar dikeve û ciwan bi berhemên xwe yên wêjeyî tev lê dibin. Ji van berheman kurteçîrok û çîrok, pexşan û helbest in. Li ser vê yekê komîteya amadekar di çarçoveya danasîna pêşbirk û şertên tevlêbûnê de, broşor li sazî û dibistanan belav kirin.

Deriyê tomarkirinê ji bo tevlêbûna di pêşbirkê de ji 15’ê Îlonê heta 30’ê Cotmeha borî vekirîbû û tê de 17 ciwanên bi temenên 15 heta 28 salan de beşdar bûn.

Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê şahiya xelatkirina kesên di pêşbirkê de bi ser ketine, li Hola Şehîd Axîn Welat a çand û hunerê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Bi dehan endamên yekitî û saziyên sivîl li holê kom bûn. Hola şahiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, alên Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn û Desteya Ciwan û Werzîşê hate ximilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn Ismet Hesen axivî û got şêniyên Efrînê bi pênûs û fikirê xwe yê azad li hember astengî û planên dagirkeriya Tirk û alîgirên wê disekinin.

Ismet Hesen ev li gotina xwe zêde kir: "Em ji yên êrişî me dikin û komkujiyan li dijî şêniyên me pêk tînin re dibêjin em dev ji berxwedana xwe bernadin û em ê bi rihê ciwantî li hember we bisekinin û Efrînê rizgar bikin."

Dûvre hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn Avêsta Îbrahîm çend helbest bi zimanê erebî xwendin û tê de îşaret bi bedewiya Efrîn û xwezaya wê kir. Her wiha Mihemed Remedan jî helbestek bi zimanê kurdî xwend û tê de behsa êrişên artêşa Tirk ên li dijî Efrîn û komkujiyên li dijî welatiyan kir.

Paşê kesên di pêşbirkê de bi ser ketine axivîn û da zanîn ku ew ê xwe di yekitiya rewşenbîran de bi pêş bixin û pirtûkan çêkin.

Dûvre navên her heft kesên di berhemên xwe de bi ser ketine hatin xwendin, ji wan 4 bi zimanê kurdî û 3 bi zimanê erebî bûn. Di helebesta kurdî de; Sîdra Harûn, Hude Dada, Newroz Mihemed û Şervîn Şêxo. Di zimanê erebî de Ebdurehman Hemade asta yekemîn di nivîsandina helbestê de bi ser ket. Di pexşanê de Mêrvet Hemade asta yekemîn wergirt û Horî Çawîş asta duyemîn wergirt.

Tê payîn ku Yekitiya Rewşenbîran behreyên kesên bi ser ketine pêş bixe da ku pirtûk û kureçîrokan di pêşerojê de çêkin..

(eh)