​​​​​​​MSD li Hesekê panelek li dar xist

MSD`ê bi dirûşma "Rola rewşenbîran di parastina civakê de" li baxçeyê xwendinê yê Hesekê panelek li dar xist û pirsgirêkên civakê yên siyasî û çandî nîqaş kirin.

​​​​​​​MSD li Hesekê panelek li dar xist
1 kanûn, 2021   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek rewşenbîr, wêjevan û hunermend beşdarî panelê bûn û mijarên siyasî û çandî nîqaş kirin.

Di panelê de endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Sabit El-Cewher têkildarî rewşa siyasî li herêmê, têkiliya wê bi rewşên herêmî û navneteweyî ve, her wiha hevkariya meşandina xebatê siyasî û leşkerî axivî.

El-Cewher diyar kir ku MSD ji bo diyaloga bi muxalefeta nîştimanî ya rast re yên li hundirê Sûriyê kar dikin û xwedî armancên nîtşimanî ne, amade ye.

Her wiha endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Abdulqadir Miwehed jî wiha got: "Pêwîstî bi lêgerîna li mekanîzmaya destekdayîna rewşenbîran li herêmê heye da ku zêdetir tev li xebatên pratîk û civakî bibin."

Abdulqadir Miwehed destnîşan kir ku gelek şaşî li herêmê hene û bi çalakkirina rola rewşenbîran dê hemû şaşî kêm bibin. Miwehed diyar kir ku ji her kesî tê xwestin ku civaka xwe xwende û hişyar bike, her wiha li gorî baweriya xwe bixebite.

Paşê deriyê nîqaşê hate vekirin. Beşdaran diyar kir ku divê rewşenbîr di nêrîna xwe de serbixwe bin, li gorî baweriya xwe bixebitin, ne girêdayî tu aliyan bin û zêdetir nûnertiya gel bikin. Rewşenbîran banga diyalogê di navbera hemû beşên civakê de kir.

Di dawiyê de rewşenbîran banga xurtkirina çanda herêmê kir û çanda jiyana hevbeş xurt bikin, her wiha îşaret pê kirin divê rewşenbîr rola xwe pêk bînin û pirsgirêkên civakê çareser bikin.

(bx)

ANHA