Ehmed Şêxo: PKK îradeya Kurdan a hatî desteserkirin vegerand

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê a Herêma Firatê Ehmed Şêxo daxuyaniyên Mesrûr Barzanî red kirin û diyar kir ku PKK`ê îradeya Kurdan a hatî desteserkirin vegerand û hemû planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk têk birin.

Ehmed Şêxo: PKK îradeya Kurdan a hatî desteserkirin vegerand
26 mijdar, 2021   07:57
KOBANÊ

Beriya çend rojan, serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barazanî îdia kiribû ku dewleta Tirk a dagirker tu pirsgirêkên wê bi gelê Kurd re tune ye, lê pirsgirêkên wê bi PKK`ê re hene, li ser vê yekê bang li gelê Kurd ên li Rojava kir ku têkiliyên xwe bi partiyê re qut bikin, ji ber ku dewleta Tirk aciz dike.

Têkildarî mijarê, endamê Desteya Rêveber a PYD`ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo ev nirxandin kir: "Ger em li dîroka dewleta Tirk vegerin dê plan û hewldanên wê yên dagirkirina hejmareke mezintir ji herêman were diyarkirin. Tirkiye xwe wekî ku bi tenê li ser vê xakê heye, dibîne û heta sloganên wê jî; yek dewlet, yek ziman û yek al e. Lê mixabin hin aliyên îdia dikin ku Kurd in li ser hesabên gelê Kurd û nirxên wan, bi rêya hin daxuyaniyan hewldana parastina berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re dikin.”

Şêxo bi domdarî got: "Helwest û planên Tirkiyê pir eşkere ne û dibêje; ger gelê Kurd konekî li dawiyê dinê vede ez ê hilweşînim, heta dijminatiyeke dîrokî di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de heye, ji ber ku gelê Kurd qebûl nake xaka wan were dagirkirin. Li aliyekî din jî li dijî dewleta Tirk bi gelek şoreşan rabûne, ji wan Şoreşa Şêx Seîd û Seyîd Riza. Lê dewleta Tirk ew şoreş çewisandin û li dijî gelê Kurd û Ermen komkujî pêk anîn, ji xwe wê demê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê tune bû."

ꞌDEWLETA TIRK ALIYÊ YEKEMÎN Ê DIJBERÎ REFERANDÛMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛꞌ

Şêxo wiha axaftina xwe dewam kir: "Dema yek ji hevkarên dewleta Tirk îdia dike ku sedema êrişên dewleta Tirk Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, nizane ku dema referandûma Başûrê Kurdistanê çêbû, dewleta Tirk aliyê yekemîn ê dijberî referandûma Başûr bû. Heta wê xwe ji şerê leşkerî re amade kiribû, ji lew re daxuyaniyên wiha nayên qebûlkirin û nikarin me pê bixapînin."

Ehmed Şêxo diyar kir ku cihê mixabiniyê ku zêdegaviyên dewleta Tirk û dagirkirina wê ji herêmên Başûrê Kurdistanê re ya bi hinceta hebûna PKK`ê ve were girêdan. PKK çavên gelê Kurd vekir û îradeya wan a ku ji beriya sedan sal ve dijmin desteser kiribû, vegerand. Her wiha banga mafên wan ên rewa kir, ji lew re normal e ku dewleta Tirk şerê PKK`ê bike û îdia bike ku ew sedema pirsgirêkên li herêmê ye.

ꞌPKK`Ê HEMÛ PLANÊN TIRKIYÊ LI ROJAVA TÊK BIRINꞌ

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê Ehmed Şêxo di dawiyê de ev axaftin kir: "Rêveberiya Xweser ji aliyê şêniyên herêmê ve tê birêvebirin, lê di qonaxekê de dema xwestin bi rêya şandina çeteyên DAIŞ`ê ji bajarê Kobanê re; rengê reş bi ser asmanê Rojava bixin, gerîlayên PKK`ê destwerdan kirin, berxwedaneke mezin nîşan da û bi armanca têkbirina planên dewleta Tirk ên Rojava û Şengalê; bi sedan şehîd dan, piştre PKK`ê ji Rojava derket."

(eh)

ANHA