​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-11-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-11-2021
22 mijdar, 2021   00:00

-Endamên Yekitiya Odeya Bazirganî ya herêma Cizîrê berê xwe da konê çalakiyê ya li deriyê Sêmalkayê ku bang li PDK’ê bikin ku cenazeyên şehîdên gerîla radestî malbatên wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa navçeya Girkê Legê li navenda Sandikaya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê civînekê ji bo guhdarkirina li gotinên rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. Saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bavê şehîd Ezîz Ereb, Hesen Şêx Hesen li ser şehîd Yusif Gulo got, kesayetekî welatparêz bû û ji dema wî ew di salên 1990’î de di civînekê de nas kiriye, ji bo têkoşînê gav neavêtiye paş. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa kampên Vegerê û Şehba û Koçberên Efrînê da zanîn ku armanca ‎dewleta Tirk ji hedefgirtina kampên koçberan dûrxistina wan ji berxwedan û dubarekirina ‎koçberkirina wan e. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Niştecihên sûrî dema digihêjin bendên kontrolê yên herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, ji tirsa heqaret li wan were kirin an jî pera ji wan bixwazin, lav û dûayan dikin. Li ser vê yekê çavkaniyekî ji herêmên hikumeta Şamê got; pera bide tu yê tangê derbas bikî. (BI WÊNE)

- Dîwana Wêjeyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser kar û xebatên berhevkirin û nirxandina pirtûkan kar dike, heta niha hejmarek ji nivîsên ku bibûn malên windakirinê hatin rizgarkirin. Dîwana Wêjeyê di xebatên xwe de tenê daxwaza wêje û dîrokeke rast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Şahîn Mihemed ku zarokekî wî di nava çeteyên Roj de ye, bang li zarokê xwe û endamên çeteyên Roj kir û got, "We navê xwe kiriye Pêşmergeyên Roj, lê hûn ji Rojava û kurdîniyê dûr in. Werin li ser axa xwe li dijî dijminê rast şer bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Li ser têgeha şer gelek pênase hatine kirin. Lê di nav van pênaseyan de ya herî girîng a genaralê Alman Karl Fon Klausêwîts e û dibêje, ku şer li gorî polîtîkayê tê meşandin, ango di derketina şêr û pêkhatina wî de ya diyarker polîtîka ye. Ev têbîniya genaralê Alman heya roja me ya îro jî wek rastiyekê tê pejirandin, lê Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya “Parastina Gelekî” de dibêje, ku polîtîka li gorî şer tê meşandin a diyarker şer e, ji ber ku polîtîka li gorî hêzê tê meşandin.

JIN

-Rêveberiya Jin a rojhilatê Dêrazorê semînerekê li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û azarên jinan ên di dema DAIŞ li herêmê de bi rê ve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê panelekê li Minbicê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li dar dixe, girêdayî heman mijarê, Kombûna Jinên Zenûbiya li Minbicê semînerekê li xeta gundên Farat û Muhterêq li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ji mêran re li Kobanê semînerekê li dar dixe. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star li bajarokê Til Mecdel û gundê Şihêdê yê Hesekê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan semînerekê li dar dixe. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- PKK`ê bi saya berxwedana 43 salan a li dijî dijminên gelê Kurdistanê û hin aliyên li ser hesabê doza Kurd bazirganiyan dikin cîhan bi Kurd û doza wê da naskirin, ji wan jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji xwişkên Mirabal ku sembolên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ne, ta Sakîne Cansiz ku sembola şoreşa îsyanê ye dirûşma “Na ji tundiyê re” berdewam e. Wan ji bo jinan mîrasek hişt ku têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalariyê berdewam bikin û bigihêjin azadiya xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Endama Meclisa Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ya herêma Firatê Sonya Îbrahîm bang li PDK’ê kir ku ji şaştiyên xwe yên dîrokî vegere, rêya xwe rast bike û tevkariya bi dewleta Tirk re qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Îna borî wezîra Hundirîn a Brîtanya Priti Patel ragihand ku dest bi tedbîrên ku Tevgera Hemasê rêxistineke teror e, kirine û dê kesên piştgiriya wan li Brîtanya bikin bigirin. Ev ne biryareke dawî ye, lê gelo çima Brîtanya tevgera Hemasê weke rêxistineke teror sinifand?

(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA