​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin

Kongreya Star bi hevkariya Meclisa Jinan a PYD’ê ya taxê Şêxmeqsûdê ya Helebê re panelek bi diruşma "Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe" li dar xist. Panel bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hat lidarxistin.

​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo dozên tundiya li dijî jinan panelek hat lidarxistin
21 mijdar, 2021   18:39
HELEB

Panel li hola Tele ya Helebê ya beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Di panelê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso, Sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronasansê ya Sûriyê Mistefa Qeleçî, siyasetmedarê sûrî yê serbixwe Îsam Ezoz, pêkhateya xiristiyan, hiqûqnas, saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxê amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Kongreya Star Amîne Xidro wiha got: "Erka me ya exlaqî li hember azadiya jinan û civakê rêzeçalakiyên li ser tevahî astan di navbera civakê de li dar bixin."

Amîne Xidor destnîşan kir ku armanca wan ji lidarxistina vê panelê ew e ku civakeke polîtîk, exlaqî û çandî ku xwe dispêre jiyana hevbeş ava bikin.

Piştre dîmeneke kurt li ser tundiya li dijî jinan hate pêşandan.

Her wiha şêx û endamê Meclisa Foruma Olan a Helebê Umer El-Şamî mijara yekemîn a li ser sedemên tundiyê û tundiya li welatên îslamê axivî û wiha got: "Tundî bikaranîna hêz an jî desthilat an jî gefê li dijî kesekî/ê yan jî gelek kesan an jî li dijî civakê bi giştî ye. Di encamê de pirsgirêkên derûnî yan jî tevliheviya mezinbûnê yan jî mehrûmkirin an jî mirinê çêdibin."

El-Şamî wiha domand: "Têgeha tundiyê ew e ku her alî yan jî kom an jî ferd li dijî ferdên din tundiyê bi kar bînin, çi gotin çi jî pratîk dibe."

El-Şamî da zanîn ku li dijî jinan hemû şêweyên tundiya bedenî, derûnî, cinsî, gotinên nebaş, mehrûmkirina civakî, aborî û gefan pêk tên.

Li ser tundiya li dijî jinan ku li welatên îslamê pêk tên El-Şamî ev tişt got: "Piranî mislimanên ku nimêj dikin, rojiyan digirin û baweriyên din pêk tînin di pratîkê de tundiyê li dijî hev bi taybet li dijî jinan pêk tînin û idîa dikin ku pêkanîna tundiyê di quran û hedîsên pêxember de heye."

El-Şamî destnîşan kir ku beriya îslamê li jinê dinêrîn ku tiştek e yan jî milkeke wan e û çawa dixwazin bi wan bikin. Tu mafên jinan di mîrasê de tune bû.

Di beşa duyemîn de jî li ser cihê jinê di dîrokê de hat nîqaşkirin. Parêzer Yasmîn Necar ew beş şîrove kir û da zanîn ku jin di dirêjahiya dîrokê de rastî zilm û tundiyê hat.

Yasmîn Necar diyar kir ku di serdema asûriyan de gelek hîm û zagûn hebûn ku heke mêrekî  bi zorê jinek bir, bavê wê jinê hevjîna wî tecawîz dike û ji mêrê wê re venagerîne. Ji xwe re dibe û dihêlin ew jin bi zorê bi wî re bizewice.

Yasmîn Necar wiha got: "Mêr dikare li hevjîna xwe bide û pûrê hilkişîne û ji mafên mêr e ku cezayan li hevjîna xwe bibire. Di serdema Greco-Roman de li gorî qanûnan Roman jin ji mafên xwe bê par bûn. Ji wan jî tu desthilateke jinê li hundirê malbatê tune bûn û tenê desthilatî ji mêr re bû."

Têkildarî mijarê bi rêya onlinê nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Washingtonê Sînem Mihemed û helbestvana amazigh a ji Mexribê ku li Almanyayê bi cih bûye Hind Fakor Remedanî axivîn.

Panel bi xwendina encamnameyan ji hêla endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD’ê Hêvîn Silêman û nîqaşan bi dawî bû.

(fr)

ANHA