Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin

Di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bal li ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û pêşdeçûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan hat kişandin

Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin
21 mijdar, 2021   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi vê boneyê Kongreya Star a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo li hola navenda çandê ya başûrê rojavayê navçeyê bi dirûşmeya "Ji bo rakirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe" semînerek ji gel re li dar xist. Hola semînerê bi alên Kongreya Star hat xemilandin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t-GwrpbNqoI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a navçeya Çilaxa Zêdan Hisên axivî û îşaret bi rewşa siyasetên neteweperestî û sermayedarî kir û got, ev siyaset tundiya li dijî jinan rewa dikin û jin ji aliyê mêrên desthilat ve hatin kolekirin.

Zêdan Hisên da zanîn ku tundî ne tenê lêdan e, lê belê gelek awayên xwe hene, ji wan fikirî, derûnî û devokî, armanc ji vê yekê jî ew e ku nasnameya jinan tund bikin. Mînaka vê yekê qetilkirina her sê xwişkan  li ser destên mêrê dîktator Rafael Trujillo.

Zêdan Hisên di dawiyê de destnîşan kir ku di pêvajoya dîrokê de jin bi tundiyê re rû bi rû maye, lê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku banga azadiya jinan dike gelek derî ji jinan re vekirin ku xwe îsbat bikin.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E9p2hDljbfU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi boneyê 25`ê Mijdarê li navçeya Sirînê ya 40 kîlometre dikeve başûrê kantona Kobanê,  şaxeke Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate vekirin.

Jinên navçeyê û nûnerên saziyên sivîl ên navçeyê tev li merasîma vekirinê bûn. Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dûvre endama rêveber a Rêxistina Sara ya Kobanê Necat Mesla axivî û got: "Ruxmî tundî û zilma li ser jinan, lê dîsa jî jin mînaka serkeftin û pêşketinê ne. Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê Rêxistina Sara bi ser dikeve û li navçeya Sirînê nivîsgehekê vedike."

Armanca Rêxistina Sara ji vekirina nivîsgehekê li navçeya Sirînê ew e ku parastina jinên bindest bike, dema tundî li ser wan were meşandin, pirsgirêkên xwe çareser bikin û bêdengî û tirsê bişikînin.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan deriyên xwe di 2013`yan de li bajarê Qamişlo û 2016`an li Kobanê hate vekirin. Tê payîn ku di rojên pêş de jî nivîsgeha xwe li navçeya Eyn Îsa vekin.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P7jxssgupfE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi mijarê ve girêdayî li Helebê jî bi dirûşmeya "Bi hev re em dawî li tundiyê bînin û dagirkeriyê têk bibin" Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê, pêşangeha wênexêziyê vekir.

Pêşangeh li avahiya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi beşdariya rêveberên saziyan, meclis û partiyan hate lidarxistin.

Di pêşangehê de tabloyên nîşaneyên tundiyê li ser jinan, awayên tundiya diyar û veşartî hatin pêşandan. Her wiha wêneyên li ser "Bikaranîna tundiyê nîşaneyên tundiyê li rû dihêlin"  hatin pêşandan.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Xalîde Ebdo bixêrhtina beşdaran kir û wiha got: "Em vê pêşangehê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê vedikin. Naskirina vê rojê encama têkoşîna bi salan a jinan e ku di hemû waran de kar û xebat kir."

Xalîde Ebdo da zanîn ku tundiya li dijî jinan berdewam e û rojek bi tenê têrê nake ku dawî li tundiya li ser jinan were. Li qada Sûriyê ji aliyê artêşa Tirk ve sûcên revandin û qetilkirinê li dijî jinan pêk tê.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Sekretêra Giştî ya berê ya partiyê şehîd Hevrîn Xelef û endama Meclisa Giştî ya partiyê Nadiye Xeşam bi bîr anîn. Her wiha îşaret bi rola partiyê ya di parastina mafên jinên siyasetmedar de kir û got, bi saya wan şehîdan Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê hate avakirin.

Dûvre dayika şervanê Cebhet El-Ekrad şehîd Heysem, Selwa Ehmed Şêxo deriyê pêşangehê vekir û beşdar li nava pêşangehê geriyan.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZpUSvBhzTps" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Minbicê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de îşaret bi rizgarkirina hemû jinan ji hişmendiya ku rola wan di rêxistinkirina civakê û rêvebirina wê de paşguh dikin, hate kirin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê Şêrîn Ehmed bi beşdariya endamên yekitiyê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de şikestinên di pêvajiya dîrokê de jin pê re rû bi rû mane û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî rizgarkirina jinan hatin bibîrxistin. Her wiha rêgezên jin vîna xwe xurt bikin û li ser bimeşin hatin hatin bibîrxistin.

Di heman demê de daxuyaniyê behsa jineolojiyê ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, kir.

Di daxuyaniyê de behsa azarên jinên li Iraq, Îran û yên tevahî cîhanê dikişînin kir.

Di dawiyê de banga berdewamkirina têkoşîna li dijî hemû awayên tundî û zilmê kir, her wiha bang li jinan hat kirin ku bêdengiyê bişikînin û li hember desthilatan bisekinin.

(eh)

ANHA