Li Kobanê şanoya "Girtîgeha Bavê min" hat pêşandan

Ji çalakiyên roja duyemîn a Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye"  koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê şanoya "Girtîgeha Bavê Min " pêşkêş kir.

Li Kobanê şanoya "Girtîgeha Bavê min" hat pêşandan
21 mijdar, 2021   15:39
KOBANÊ

Di mîhrîcanê de şêniyên Kobanê, gelek siyasetmedarên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê amade bûn.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de şanoya "Girtîgeha Bavê min " hat pêşandan. Şano li ser kurekî ku di encamê qezayekê de kor bûye û bavê wî dixe girtîgehê diaxive. Bi şerê Sûriyê re wî kurî hevalên xwe winda kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/21/150710_kwbany..-akhttam-faalyat-alywm-althany-mn-mhrjan-aaryn-jdael-alslam-28229.webp

Çalakiyên mîhrîcanê heta 27’ê vê mehê berdewam in. Dê sibe endamên Çand û Hunerê ya Tebqa şanoya "Çinîna tasa serî" were pêşkêşkirin.

Arîn Mîrkan "Dîlara Kînc" 1992`an li kantona Efrînê ji dayik bûye û 2007`an tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye. Arîn Mîrkan 5`ê Cotmeha 2014`an li ser girê Miştenûrê yê li bajarê Kobanê li hemberî komên çeteyan çalakiyeke fedayî pêk anî. Mîhrîcan bi navê Arîn Mîrkan e.

(fr)

ANHA