Şêniyên Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Qendîl Zap re xwest

Şêniyên Amûdê û gundewarên wê îro sersaxî ji malbata şehîdê Tevgera Rizgariya Kurdistan Qendîl Zap re xwest.

Şêniyên Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Qendîl Zap re xwest
18 mijdar, 2021   13:11
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê çûn gundê Sinciq Sedûn ê başûrê Amûdê û sersaxî ji malbata şehîd Şervan Mehdî (Qendîl Zap) re xwest.

Di destpêka sala 2016'an de şehîd Qendîl Zap tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û di dîroka 7`ê Tîrmeha 2021'an de li herêma Heftanînê ya çiyayên Kurdistanê şehîd bû.

Li konê sersaxiyê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwar Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Zîwer Elî diyar kir ku şehîd Qendîl Zap li Rojava li dijî DAIŞ'ê têkoşiya û piştre tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû da ku şer dagirkeriya Tirk bike.

Yek ji rêveberên meclisa navçeya Amûdê Sabir Mihemed jî axivî û destnîşan kir ku ev meh ji bo gelê Kurd pir girîng e ji ber ku di vê mehê de Tevgera Rizgariya Kurdistanê hat damezirandin.

Mihemed got Partiya Karkerên Kurdistan ket sala xwe ya 44'an û di van salên derbasbûyî de gel bi qehremanî li çar perçeyên Kurdistanê têkoşîn kir û heta niha têkoşîn dike û li ber xwe dide.

Sabir Mihemed piştrast kir ku Tevgera Rizgariya Kurdistan dê têkoşîna xwe bidomîne heta ku mafên rewa yên gelê Kurd, azadiya jinê û tevahî gelên Rojhilata Navîn maf û azadiya xwe bidest dixin.

Sabir Mihemed piştrast kir ku PKK'ê ne tenê ji bo mafên gelê Kurd têdikoşe, lê belê ji bo parastina rûmeta cîhanê û nirxên mirovahiyê têdikoşe.

Konê sersaxiyê wê heta saetên êvarê dewam bike.

(dm)

ANHA