Jinan serpêhatiyên xwe yên tundiyê û têkoşîna li dijî wê vegotin

Bi rasthatina nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan re û di çarçoveya hemleya hevbeş a vê boneyê û bi diruşma"Ji ber tu azad î" Tora Pêşengên Aştiyê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Komeleya Şawîşka ya Jinan civînek ji jinên li hember tundî û astengiyên jiyanê sekinîne û bi serketine re li dar xist.

Jinan serpêhatiyên xwe yên tundiyê û têkoşîna li dijî wê vegotin
Jinan serpêhatiyên xwe yên tundiyê û têkoşîna li dijî wê vegotin
Jinan serpêhatiyên xwe yên tundiyê û têkoşîna li dijî wê vegotin
Jinan serpêhatiyên xwe yên tundiyê û têkoşîna li dijî wê vegotin
Jinan serpêhatiyên xwe yên tundiyê û têkoşîna li dijî wê vegotin
Jinan serpêhatiyên xwe yên tundiyê û têkoşîna li dijî wê vegotin
16 mijdar, 2021   18:00
QAMIŞLO

Di çalakiyê de nûnerên ji saziyên civaka sivîl, rêxistinên civaka sivîl, jinên ji saziyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Mala Jin, gelek jinên xwedî tecrûbeyên jiyanê yên li hember tundî û astengiyan sekinîne û bi serketine, beşdar bûn.

Jinên ku çîrokên xwe vegotine û astengî kişandine ev in; Hevseroka Yekitya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Anahîta Sîno, berpirsa Asayîşa Jin a herêma Cizîrê Hilat Remedan, endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Mune Yûsif, endama rêveber a Mala Jin a herêma Cizîrê Behiye Murad, mamosteya Zanîngeha Rojava Rojîn Ebdî û jina bi navê Feyroz Hesen.

Girêdayî mijarê, Anahîta Sîno li ser astengiyên li pêşberî wan di xebata rewşenbîriyê de ji hêla civakê û zihniyeta mêrdestiyê de nîqaş kir û wiha got: "Ev astengî piştî zewacê derketin. Ez neçar mam ku dev ji behreya xwe berdim û laçikê li xwe bikim. Lê di 2018’an de ez li hember van astengiyan derketim û min du pirtûkên ji helbest û çîrokan çap kirin."

Beriya Şoreşa Rojava jin dudilî bûn ku nêrîn û fikirên xwe eşkere bikin. Ew jî ji tirsa kevneşopî, adat û olên ku azadî û fikirê jinan di civakê de kelepçe kirine.

Li ser wê yekê, Anahîta Sîno wiha domand: "Piştî artêşa Tirk a dagirker di 9’ê Cotmehê de êrişên xwe birin ser Serêkaniyê, min texmîn nekir ku rojekê bajarê xwe berdim. Dagirkeriyê bi darê zorê em koçber kirin û min li pey xwe du pirtûên li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava hiştin. Ji ber piştî êrişên gur bûn, min nikarî nivîsên xwe yên li ser kaxizan bînim, ji ber min tenê bi rizgarkirina zarokên xwe difikirî. Her wiha bi dagirkirina bajêr re heta demekê min nikarî binivîsanda."

Anahîta Sîno wiha dawî li gotina xwe anî: "Piştî gelek astengiyan min ji nû ve dest bi pênûsa xwe kir. Ez niha amadekariya çapkirina pirtûka xwe ya li ser bajar û koçberên Serêkaniyê dikim."

Endama rêveber a Mala Jin a herêma Cizîrê Behiye Murad wiha got: "Jinên Sûriyê beriya aloziyê azarên tundiya derûnî, bedenî kişandin. Jin neçar dibûn ku kevneşopiyên zewaca temenbiçûk û adatên neçarkirina jinan li ser zewaca bi xizmên xwe re qebûl bikin û di mijara mîrasê de dihat zilimandin da ku tu mîrasê bi dest nexe. Her wiha piştî aloziyê jî jin rastî kiryarên derexlaqî û şantajî hatine."

Behiye Murad wiha domand: "Têkildarî zewaca min, tu tundî li ser min çênebûn. Ji ber di gelek mijaran de me li hev dikir, lê tenê azara me xizantî bû. Ji ber wê ez neçar mam ku mamostetiyê berdim û di dirûtinê de bixebitim. Ev jî ji bo min astengiyek bû. Min girîngî da zarok û mala xwe. Piştre ez li hember astengiyên xwe sekinîm û di Mala Jin a herêma Cizîrê de xebitîm."

Behiye Murad da zanîn ku pirsgirêkên zêde yên li pêşberî xebata Mala Jin çêbûn, piştî derxistina qanûna ku pirzewacî û zewaca temenbiçûk qedexe dike û tundiya li dijî jinan qedexe dike, derketin. Ew yek jî ji ber ku civakê ev qanûn red dikirin. Behiye Murad eşkere kir ku diyardeya pirzewacê û zewaca temenbiçû li herêmên gundewaran belav dibe.

Behiye Murad destnîşan kir ku di destpêkê de Mala Jin ji hêla civakê ve nedihat qebûlkirin, ji ber zihniyeta civakê red dike ku li kêlek jinan bisekine û alîkariya wan di çareserkirina dozên wê yên taybet de bike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em di gelek astengiyan re derbas bûn, lê bi demê re me gelek astengî derbas kirin û nêrîna civakê ji Mala Jin re hat guhartin û êdî Mal Jin bû cihê çareserkirina pirsgirêkên jinan."

(fr)

ANHA