SOHR: Li dijî hêzên Îranê yên li El-Bû Kemalê êriş

SOHR ragihand ku dronekê komeke girêdayî hêzên Îranê yên li bajarê El-Bû Kemal ê Dêrazorê kir hedef.

SOHR: Li dijî hêzên Îranê yên li El-Bû Kemalê êriş
15 mijdar, 2021   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR ragihand ku droneke ku nayê zanîn a kijan dewletê ye, derdora bajarê El-Bû Kemal ê rojhilatê bajarê Dêrazorê bobmebebaran kir ku komên îranî lê bicih dibin.

Li gorî SOHR, 12'ê Mijdarê komên girêdayî îranî alên xwe li ser avahiya çandê û hin baregehên leşkerî yên li El-Bû Kemalê rakirin û alên rejîma Şamê li şûna wê hatin danîn. Hate gotin hêzên îranê ji tirsa ku werin hedefgiritin alên xwe rakirin.

SOHR diyar kir ku di 10'ê Mijdarê de di êrişeke hawayî ya li dijî depoeyên çekan ên Îranê yên li El-Bû Kemalê de bi kêmanî 7 kes ji komên îranê hatin kuştin.