Pêkhateyên Minbicê li hemberî planên dagirkeriyê banga hevgirtinê kir

Pêkhateyên bajarê Minbicê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku li hemberî fitne û gefên dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe ava bikin û li kêleka hêzên ku parastinê dikin bisekinin.

Pêkhateyên Minbicê li hemberî planên dagirkeriyê banga hevgirtinê kir
10 mijdar, 2021   04:09
MINBIC- EHMED QERACE

Gef û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Jinên  ji pêkhateyên bajarê Minbicê diyar kir ku bi hevgirtinê wê planên dagirkeriyê têk bibin.

Jina bi navê Raba Bekro a ji pêkhateya Ereb got: "Piştî rizgarkirina herêmê hemû pêkhateyan hevgirtina xwe ava kir, lê hin şaneyên veşartî hene ji bo têkbirina aramî û ewlehiyê herêmê û derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de dixebitin. Lê bi saya projeya neteweya demokratîk hewldanên wan têk çûn."

Raba Bekro da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike û wiha pê de çû: "Lê em ê bi yekitî û hevgirtina xwe li hemberî van gef û êrişan bisekinin û li kêleka hêzên xwe yên ku axa me diparêzin bisekinin."

Ji pêkhateya Tirkman Fatma Nacî got: "Berê em di tariyê de dijiyan, lê niha em azad bûne û hemû pêkhateyan mafên xwe bi dest xistine, ev yek hêrsa Tirkiyê zêde kir. Divê hemû pêkhate mil bi mil li ser sînoran li ber xwe bidin û rê nedin tu kesî ku serweriya xwe li ser ax û rûmeta me ferz bike."

Fatima Nacî  bang li pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî gef û binpêkirinên dewleta Tirk bibin yek û got: "Em dixebitin ku destwerdanê li herêmên me nekin ji ber ku em di nav aramî û ewlehiyê de dijîn, em parêzvanên aştî û rêzgirtinê ne."

Jina bi navê Talîn Diyaedîn a  pêkhateya Çerkez got, gelê herêmê bi hevgirtina xwe ya li hemberî xeteriyên derve dikare vê pêvajoya zehmet derbas bike.

Her wiha got: "Gotegotin ku dewleta Tirk bi rêya sîxûrên xwe belav dike bandorê li îradeya azad a gelê hevgirtî nake, ev hevgirtin xwe dispêre projeya neteweya demokratkî a ku li ser esasê rêgezê biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin."

(dx)

ANHA