​​​​​​​Yekitiya Liberal û Partiya Komunist a Kurdistanê komkujiya li Hilêliyê şermezar kir

Yekitiya Liberal a Kurdistanê û Partiya Komonist a Kurdistanê (KKP) komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hemlwelatiyên li Qamişlo kiriye, şermezar kir û sersaxiya malbata şehîd Yûsif Gulo û zarokên wî xwest.

​​​​​​​Yekitiya Liberal û Partiya Komunist a Kurdistanê komkujiya li Hilêliyê şermezar kir
9 mijdar, 2021   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hemwelatiyên li taxa Hilêliyê pêk aniye Yekitiya Liberal a Kurdistanê daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Dewleta Tirk a faşîst berêvara îro bi balafireke bêmirov li taxa Hilêliyê ya Qamişlo erebeyeke sivîl hedef girt, di erebeyê de bavê ruhî û têkoşer Yûsif Gulo û zarokên wî Mezlûm û Mihemed Gulo hebûn. Di encamê de şehîd dibin. Dewleta Tirk bi wê yek kîna xwe li dijî vê malbata welatparêz ku rojekê jî ji bo dayîna zarokên xwe ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê re dudilî nebûye nîşan dide. Ji tevahî Kurdan û bi taybet vê malbatê re ku ew tev li karwanên şehîdan bibin ku bi xwîna xwe azadiya Kurdistanê av didin."

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: "Em Yekitiya Liberal a Kurdistanê bi gotinên tûj vê kiryara tirsonak şermezar dikin, DYA û Rûsya berpirsê vî karî terorîst dibînin, ji ber ew garantorên peymana agirbesta di navbera me û dagirkeriya Tirk de ne ku ji du salan ve hatiye îmzekirin. Her wiha em civata navneteweyî berpirsên sûc û kiryarên ku li dijî herêmên me têne kirin, dibînin. Divê aliyên navneteweyî erkên xwe yên exlaqî û qanûnên pêk bînin da ku komkujiyên din li dijî gelê me pêk neyên."

Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: "Gunehê wan tenê ew bû ku parastina mirovahiyê kirine ku ji sûcên terora DAIŞ’ê rizgar bibin."

Têkildarî vê yekê, Partiya Komonist a Kurdistanê (KKP) peyameke sersaxiya ji malbata Gulo re şand û tê de wiha got: "Malbata Gulo malbateke pêşeng a têkoşîna rizgariya Kurdistanê, zîrweya rûmet û berxwedanê ye,  her wiha cihê nirxdayîn û dibistana şehadet û şehîdan e."

Di peyamê de wiha hate berdewamkirin: "Bi êşeke kûr me agahiya şehadeta karwaneke nû ji vê malbata pêşeng bihîst ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk li taxa Hilêliyê ya Qamişlo ew hedef girtine. Ev komkujiya hovane îro li pêş çavên me pêk hatiye rûreşiyeke li eniya mirovahiyê ye."

Di dawiya peyamê de wiha hate gotin: "Di demekê de ku KKP’ê vê komkujiya hovane û tevahî sûcên rejîma Erdoganê kujer ên li dijî gelê Kurdistan, gelên herêmê û cîhanê şermezar dike, em sersaxiya malbata van şehîdan û tevahî şehîdên welatparêz ên Kurdistanê û hevalbendên wan dixwazin."

(fr)

ANHA