9 kesên din ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 9 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest daye.

9 kesên din ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da
9 mijdar, 2021   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane, mêrek û jinek ji Hesekê, mêrek ji Qamişlo, mêrek ji Dirbêsiyê, mêrek û 3 jin ji Tebqayê û mêrek ji Dêrazorê ne.

Desteya Tenduristiyê her wiha ragihand ku 146 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 7 kes jî baş bûne.

(dx)