​​​​​​​Laura Borras: Divê şêniyên Rojava bizanin ku ew ne bi tenê ne

Reportaj Summay

​​​​​​​Laura Borras: Divê şêniyên Rojava bizanin ku ew ne bi tenê ne
8 mijdar, 2021   04:21

Seroka parlamentoya Katalonyayê Laura Borras diyar kir ku gelê Katalonyayê hişt ku biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were dayîn û got: "Ez bi hêvî me ev gav bibe destpêka naskirina statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser li asta herêmên dîtir ên cîhanê."

Parlamentoya Katalonyayê di 20’ê Cotmeha borî de statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir û bang li tevahî saziyên xwe û civaka sivîl kir ku destekê bidin jinûve avakirina herêmê. Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê da zanîn ku naskirina Rêveberiya Xweser ji hêla herêma Katalonyayê ve îsbat dike ku projeya Rêveberiya Xweser di çareserkirina krîza li Sûriyê de ya durist e. Têkildarî vê yekê seroka parlamentoya Katalonyayê Laura Borras bersiva pirsên ANHA'yê da. Laura Borras diyar kir ku gelê Katalonyayê piştevaniya gelê Kurd ê Rojava û tevahî gelên bindest dike.

Biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre çi? Çima hikumeta Katalnoyayê ev rêveberî niha an ku piştî 8 salan ji damezirandina wê nas kir?

Tiştê ku parlamentoya Katalonyayê bi piranî li ser erê dike û pêk tê, têkiliya wê ya mezin bi xebat di hundirê civaka sivîl a rêxistinkirî ya li welat de heye. Di şerê li Sûriyê de û beriya çend salan jî, rêxistinên Katalonyayê tenê piştevaniya welatiyên ku ji ber şer penaber bûne dikir, lê van rêxistinan giraniya xwe dida piştevanî û naskirina têkoşîna gelê Kurd li Iraqê, lê belê senaryo cuda bûn. Dengdayîna di rûniştina giştî ya dawî ya 20’ê Cotmeha borî de û naskirina vê rêveberiyê encamên xebatên salan bû, her wiha encamên pêşniyara civaka sivîl a rêxistinkirî ya Katalonyayê bû ku piştevaniya doza Kurd bike.

Piştî naskirina Rêveberiya Xweser, gelo em dikarin li ser têkiliyên dîplomasî yên pêşerojê yên di navbera Katalonya û Rêveberiya Rojava de  biaxivin?

Têgeha dîplomasî di sedsala 21’an bi awayekî mezin pêş ket. Bi rastî têkilî di navbera rêxistinên taybet ên li Katalonyayê, rêveberiya giştî ya Katalonyayê û Rojavayê de hebû. Lê niha ev têkilî dê bi pêş kevin û dê têkevin çarçoveyeke nû. Ji ber ku piştî biryara naskirinê dê ev têkilî rengê sazî û fermiyetê bigirin.

Gelo ji ber vê biryarê zext li ser hikumeta Katalonyayê hebûn? Em dikarin li ser zextên ji hêla konsolosxaneya Tirkiyê ve biaxivin? Hikumeta Spanyayê çawa li vê biryarê dinêre?

Divê hûn bi xwe vê yekê ji nûnerên hikumeta Spanyayê bipirsin. Ez seroka parlamentoya Katalonyayê serbilind im û dibêjim nexşeya dostaniyên Katalonyayê yên li derve ew jî bi xwe nexşeya naskirina bi rewşa siyasî ye ku mafên mirovan diparêzin. Ew yek xwe dispêrin demokrasiyên bingehîn ku em tev li wê dibin û bi awayekî hevkar teşwîqa wê dikin.

Gelo ev biryar wê çawa bandorê li têkiliyên di navbera gelê Kurd li Rojava û gelê Katalonyayê de bike? Gelo vê biryarê di nava civaka Katalonyayê de deng veda?

Wek min berê jî gotiye, ev biryar di encama hebûna têkiliyên xurt yên di navbera her du gelan de hat dayîn. Bi rastî di navbera civaka Kurd û Katalonyayê ve hevgirtineke xurt heye û hişt ev biryar were dayîn. Ez hêvî dikim ku biryara naskirin bibe xaleke veguherîner û têkiliyan bi awayekî mezin xurt bike.

Rêveberiya Rojava ji hêle çi kes an jî hebûneke siyasî ya dîtir ne naskirî ye, çima Katalonyayê xwest destpêkê ew nas bike?

Rêxistinên Katalonyayê û hin parlamenterên wê yên ku berpirsên pêkanîna vê însiyatîf bûn karîn yekser vê rêveber Kurd nas bikirana, ji ber ku ev rêveberê xwe dispêr pêşengên jin, ekolojiya civakî û şaredariyan.

Me li Katalonyayê her tim hîs dikir ku em ji gelên ku dixwazin pêşeroja xwe li ser pransîbên demokrasiyê ava bikin nêz bûn, jê jî mafên çarenûsê. Bi vê yekê Kurdistan gelekî bira ye.

Ev gava ji Katalonyayê ve çirûska hêviyê ye. Gelo em ê bibînin ku gelên din ên bindest werin naskirin?

Em bi hêvî ne ew yek pêk bê. Li  gorî me îtîrafa me ya bi gelan çer ku li ser rêgezên demokrasî û bingeha mafê çarenûsê ye erkeke siyasî ye.

Gelo hûn texmîn dikin ku ev gav herêmên din ên Spanyayê teşwîq bikin ku mîna vê gavê bavêjin?

Divê were zanîn ku Katalonya ji herêmên din ên Spanyayê cudatir e. Bi rêya rewşa siyasî ya li Katalonyayê rola me li asta navneteweyî cudatir û ji herêm û kantonên din aktîftir bû.

Hûn dixwazî çi peyamê bigihîne gelê Rojava?

Bi vê biryarê em bi hêvî ne jin û mêr ên Rojava bizanibin ku ew ne tenê ne. Ew di şerê li dijî DAIŞ’ê û têkbirina wan li tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê de pêşeng bûn. Wan sozên xwe pêk anîn. Em dixwazin em bi sozên xwe ji wan re bi cih bînin û piştevaniya projeya wan a demokrastîk û gelên bindest bikin. Peyama me peyama hêvî, naskirin û hevgirtinê ye. Em dixwazin projeyên hevbeş di navbera Rêveberiya Kurdistan û hikumeta Katalonyayê de pêk bînin.

Ev gav li gorî we, wek alîgira serxwebûna Katalonyayê, çi ye?

Ez bawer dikim ku divê parlamentoya Katalonyayê ne tenê bi mafên Katalonyayê bifikire, divê bi mafên tevahî mirovan li her cihî bifikire. Ez serbilind im me ev gav avêt. Ji ber ku em ne tenê têgeha cîhanê ya mafan radighînin, di heman demê de em dixin pratîkê, mînek jê naskirina statûya siyasî ya rêberiyeke nû. Ew yek jî têkoşîna cewherî ya dîrokî ya gelê Kurdistanê ji bo azadiya xwe îsbat dike.

(fr)

ANHA