‛Gefên dewleta Tirk berxwedana me lawaz nakin’

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya xeta Muhterêq û Farat a Minbicê gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide berjewendî û ajandeyên xwe li herêmê pêk bîne.

‛Gefên dewleta Tirk berxwedana me lawaz nakin’
6 mijdar, 2021   14:59
MINBIC

Meclisa Muhterêq û Farat a Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê Minbicê daxuyaniyek da. Ruqeye El-Îsa daxuyanî li pêş avahiya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

/ar/uploads/files/2021/11/06/135543_rqyh-alaysa.webp

"Em di sala 11’an a krîza Sûriyê de ne û hîna jî gel azarên şer ji koçberî, penaberiya li hundir û derve, wêrankirina binesazî û mûzaîka civakî dikişîne. Lê beramber wê yekê aliyên derve û hundir ên destwerdan li krîza Sûriyê kiriye, tu gavên cidî ji bo çareseriyê naavêjin.

Civata navneteweyî di rewşeke fecal a siyasî de dijî û li hember çareserkirina krîza bêçare ye. Ji ber wê sûrî azarên aborî û tenduristî dikişînin. Bêdengiya navneteweyî derfet li pêş dewletên dagirkerî û mêtingerî bi taybet deweleta Tirk vekir ku destwerdanê li Sûriyê bikin,.

Dewleta Tirk hewl dide berjewendî û ajandeyên xwe Ii herêmê pêk bîne û cîhanê tevahî jî şahidê rola neyênî ya AKP’ê di gurkirina şerê Sûriyê de ye. Dewleta Tirk b rêya destekdayîna rêxistina DAIŞ’ê û hin komên çete ku di destê wê de alav in, dike da ku ewlehî, aramî û projeya neteweya demokratîk derbe bike.

Dewleta Tirk bi rêya êrişên leşkerî tevahî sûc û binpêkirinên hovane li dijî mafên mirovan û guhartina demografîk pêk anîn, bi wê re hewl dide dîroka şareza ya gelê Sûriyê biçewisîne.

Dewleta Tirk di van sûcan de sînordar nema, lê belê hewl dide rojane planên xwe bi gelek rêbazan temam bike. Hewl dide bi rêya şerê çapemeniyê tirs û xofê bixe nava dilên sûriyan. Her wiha balafirên bêmirov li dijî sivîlan bi kar tînin. Ev nîşaneyeke mezin a bêçarebûna rejîma faşîst e ku nikare li hember QSD’ê li ber xwe bida.

Ev gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedan û vîna me têk nabin, lê berovajî wê israra me ya di şopandina rêya şehîdan û nexşekirina pêşeroja Sûriyê de, digel dewleteke pirrenî ya demokrafîk û nenavendî xurt dike."

(fr)

ANHA