Li Efganistanê cenazeyê 4 jinan hate dîtin

li Efganistanê di demeke ku binpêkirinên li dijî jinan didomin û rola wê bi temamî di jiyana giştî de hatiye dûrxistin de, li Mezar Şerîf cenazeyên 4 jinên afganî hate dîtin.

Li Efganistanê cenazeyê 4 jinan hate dîtin
6 mijdar, 2021   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê wezareta karên hundirîn Qarî Seyid Xostî got, piştî cenazeyên 4 jinan di hundirê malekê li herêma polîsan a 5`emîn hatin dîtin, 2 kesên ku guman li ser wan hebûn hatin girtin.

Her wiha berdevkê wezaretê got, her du kesên ku hatin girtin di lêpirsîna destpêkê de gotin ku wan ji jinan xwestine ku werin wê malê. Derbarê dozê de lêpirsîn didome û doz rakirine dadgehê.

Xostî nasnameya jinên hatine kuştin eşkere nekir, lê çavkaniyekî ji goristana Şerîf ji AFP re eşkere kir ku çalakvaneke parazvanên mafên jinan di nava jinên hatine kuştin de ye û malbata wê red kir ku ji dezgehên çapemeniyê re biaxivin.

Di raporeke BBC de li gorî çavkaniyên ji civaka sivîl hate ragihandin, her 4 jin hevalên hev in û dixwestin bi rêya balafirgeha Mezar Şerîf ji welat derkevin.

(bx)