Raporeke îstixbarata Amerîkayê: DAIŞ`ê hebûna xwe li Sûriye û Iraqê zêde kiriye

Di raporeke îstixbarata Amerîkayê de hat eşkerekirin ku hêza DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê zêde bûye û hişyarî hat dayîn ku dibe çete dîsa li her du welatan hin herêman kontrol bikin.

Raporeke îstixbarata Amerîkayê: DAIŞ`ê hebûna xwe li Sûriye û Iraqê zêde kiriye
6 mijdar, 2021   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke Dengê Amerîkayê DAIŞ ji bo ku xwe biparêze, di nava şaneyên veşartî yên biçûk de kar dike. Lê rayedarên leşkerî û yên îstixbaratê yên Amerîkayê hişyarî dan ku ruxmî van tevgerên biçûk jî dibe ku çete careke din herêmên din li Sûriye û Iraqê kontrol bikin.

Li gorî raporê li Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê xwe amade dikin ku tevgerên xwe zêde bikin.

Di raporê de hat bibîrxistin ku delîl hene ku DAIŞ`ê gelek çeteyên xwe veguhestine Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Têkildarî mijarê seroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji rojnamevanan re meha borî dema serdana Washingtonê kiribû, got: “DAIŞ tenê bi hebûna leşkerî sînordar nîn e.

KONTROLA DAIŞ’E YA LI SER GEL

Îlham Ehmed wiha gotibû: “Ya girîng bandora fikrî û îdeolojîk a DAIŞ`ê ya li ser gel e. DAIŞ`ê li gelek bajarên sereke mîna Reqa û Dêrazorê şane ava kirine.”

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yusif jî hişyarî dabû ku DAIŞ dikare xwe ji nû ve bi rêxistin bike û bi rêya pereyan xwe bi hêztir bike.

DAIŞ`ê kampên koçberan ji bo leşkerkirinê zemîneke guncaw dibîne, bi taybet Kampa Holê ku tê de derdora 60 hezar jin û zarokên DAIŞ`iyan hene.

Ruxmî hewldanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rayedarên îstixbarata leşkerî ya Amerîkayê hişyarî dan ku DAIŞ dikare êrişan pêk bîne.

(şx)