Jongfryske Mienskip ji parlamentoya Friesland xwest ku Rêveberiya Xweser nas bike

Rêxistina Jongfruske Mienskip bi nameyekê ji parlamentoya herêma Friesland a li bakur rojavayê Hollandayê xwest ku mîna parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.

Jongfryske Mienskip ji parlamentoya Friesland xwest ku Rêveberiya Xweser nas bike
1 mijdar, 2021   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nameyekê de wiha hate gotin:

"Endamên parlamentoya herêma Friesland ên hêja;

Rêxistina Jongfryske Mienskip têkiliyên wê bi gelek kêmneteweyan re hene. Gelek caran ji me tê xwestin ku piştgiriya wan kêmneteweyan bikin ne tenê li ser asta fikir lê belê di pratîkê de. gotinên xweş têrê nake heke em bixwazin alîkariya kurdên li Rojava bikin.

Rojava herêmeke li bakur û rojhilatê Sûriyê ye, bi piranî Kurd lê dijîn li rex wan ermen, asûr, tirkmen û çerkes hene. Rêveberiya li Rojava dixwaze ev herêm wek federasyonekê bê naskirin û dixwaze bi herêmên din ên Sûriyê re hevkariyê bike. Li Rojava di 20212`an de statuyeke siyasî hatiya avakirin. Em ji parlamentoya Friesland dixwazin mîna Katalonyayê bike.

Em ji endamên parlamentoyê dixwazin ku di civîna xwe ya bê de naskirina Rojava wek rêveberiyeke xweser nîqaş bikin. Ev ne cara yekemîn ku parlamentoya Friesland wisa dike, di 26`ê Sibata 1782`yan de Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê wek dewletekê xwedî serdestî nas kir.

Herêma Friesland ji herêmên din ên Hollandayê cuda ye ku kêmneteweyeke ne hollandî lê heye û hatiye naskirin, piraniya niştecihên wê bi zimanê frizî diaxivin. Helwestên îstîsna li hemberî vê cudahiyê tê xwestin. Piştgiriya kêmneteweyan, exlaq, aqilmendî û siyasetên baş pêwîst dike.

Em di wê baweriyê de ne ku parlamentoya Friesland xwedî van taybetmendiyan e. Ji ber wê em bang lê dikin ku Rojava wek federasyon nas bike.

Silav û hurmet

Endamê Meclisa Rêveber û Şêwirmendên Siyasî yê Jongfryske Mienskip, Schord Groenehof."

ANHA