Desteya Aborî û Çandiniyê helwesta PDK`ê ya li hemberî cenazeyên şehîdan şermezar kir

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê redkirina bangewaziyên malbatên şehîdan ji aliyê PDK`ê ve şermezar kir.

Desteya Aborî û Çandiniyê helwesta PDK`ê ya li hemberî cenazeyên şehîdan şermezar kir
1 mijdar, 2021   13:15
QAMIŞLO

Vê sibê endamên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê tev li çalakiya li Sêmalkayê bûn.

Bi dehan endamên desteyê li qada dergehê kom bûn û ber bi dergehê Pêşxabûrê ve çûn û li dijî xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dirûşm berz kirin.

Li qadê bi navê Desteya Aborî û Çandiniyê cîgirê hevserokatiya desteyê Îbrahîm El-Hasûd daxuyanî da.

Îbrahîm El-Hasûd got: “Di vê pêvajoya hesas de, divê em li hemberî planên li dijî herêmê, hewldanên derxistina tevliheviyê û êrişên domdar ên sponserên terorê anku hikumeta Erdogan li ber xwe bidin.”

El-Hasûd di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike, jiyana hevbeş a gelan û yekitiya wan têk bibe.

Her wiha di daxuyaniyê de Îbrahîm El-Hasûd neradestkirina PDK`ê cenazeyên şehîdan tevî bangewaziyên malbatên şehîdan, dayîkên aştiyê û saziyên civaka sivîl, nivsîgeha karûbarên olan, rêxistinên hiqûqî û qanûnî, şermezar kir.

(şx)

ANHA